Sînem Mihemed: Divê Amerîka rê li ber bombebarana li Rojavayê Kurdistanê bigire

12-10-2023
Diyar Kurde
Nûnera Rêveberiya Xweser a Amerîkayê Sînem Mihemed
Nûnera Rêveberiya Xweser a Amerîkayê Sînem Mihemed
Nîşan Amerîka Rêveberiya Xweser Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Nûnera Rêveberiya Xweser a Amerîkayê got, “Îstiqrara herêmê armanc e. Divê demildest êriş bên rawestandin.”

Ji ber bombebaranên Tirkiyeyê yên bi dron û balafiran li Rojavayê Kurdistanê gelek xizmetên binesaziyê, santralên av û elektrîkê bûn armanc û ji kar ketin.

Nûnera Rêveberiya Xweser a Amerîkayê Sînem Mihemed bi Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re li ser rojevê axivî.

Sînem Mihemedê diyar kir ku wan bangî rawestandina Tirkiyeyê li Amerîkayê kir û wiha got:

“Em dibêjin bila ew êrişên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me rawestîne. Divê êrişî gelê herêmê neke.

Îstiqrara li herêmê armanc e. Divê demildest êriş bên rawestandin.

Ji bo ku rê li ber wêrankirineke din were girtin divê bê rawestandin.”

Li aliyê din Amerîkayê jî ragihandibû ku ew ji êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê bi fikar in.

Çi bûbû?

Zêdetirî hefteyekê ye topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Ji ber wan êrişan ji bilî ziyanên canî, gelek ziyan gihîştiye jêrxana aborî û sivîlan, rewşa xelkê xerabtir bûye û tirs jî zêde bûye.

Ji ber êrişan piraniya ziyanan digihêjin welatiyên sivîl û navendên xizmetguzariyê û pêdiviyên jiyana rojane ya nişteciyên wan navçeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst