Wezîrê Parastinê yê Almanyayê ji Rûdawê re: Li Îraqê rewş ne aram e

12-10-2023
RÛDAW
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius pirsa Rûdawê da
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius pirsa Rûdawê da
Nîşan Almanya Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius ragihand ku ji ber ku li Îraqê rewş ne aram e lewma wan erkê hêzên xwe yê li Îraqê dirêj kir.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius beriya civîna NATOyê ya li Brukselê daxuyaniya da rojnamegeran.

Boris Pistorius derbarê dirêjkirina dema mana hêzên wan a li Îraqê, bersiva pirsa Nûçegijanê Rûdawê Zinar Şîno da.

Pistorius diyar kur ji ber buyerên di van demên dawî de Parlamentoya Federal a Almanyayê erka hêzên leşkerî yên li Îraqê dirêj kir.

"Rewş qet ne aram e"

Li ser pirsa “Almanya di mîsyona NATOyê ya li Îraqê de roleke girîng dilîze. Serokwezîrê Îraqê herî dawî gotibû ku êdî DAIŞ ne metirsî ye. Wê demê sedema berfirehkirina erkên artêşa Almanyayê li Îraqê çi ye?” Pistorius wiha got:

“Biryara dirêjkirina dema erkê hêzên me ne ji mêj ve hatiye dayîn. Bûyerên dawî û bi taybetî jî hewldanên destbisergirtinê yên li hemberî Balyozxaneya Swêdê (ya Îraqê) nîşan da ku rewş qet ne aram e.

Em kêfxweş in ku Serokwezîr wê yekê dibîne lê wî got ku ji bo ewlehî û aştiyê pêwîstiya wî bi piştgiriya artêşê heye. Ji ber vê yekê parlamentoya federal ev erk dirêj kir.”

35 hezar leşker dê ji bo NATOyê amade bin

Pistorius herwiha tekez kir ku welatê wî dê 35 hezar leşkerên xwe ji bo stratejiya nû ya paşerojê û parastinê ya NATOyê di asteke gelekî bilind de bihêle.

Almanya dê ji bo stratejiya parastinaê ya NATOyê nêzîkî 200 firoke û keştiyên cengê û 35 hezar leşkeran amade bike.

Ew leşker dê ji sala 2025an pê ve ji bo hêzên NATOyê yên li Ewropayê bên amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst