Joe Biden li ser êrişa Hemasê: Piştî Holokostê roja herî xwînrij ev e

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amarîkayê Joe Biden, têkildarî êrişên Hemasê yên got, “Li gorî min, ji bo Cihûyan piştî Holokostê roja herî xwînrij ev e.”

Serokê Amarîkayê Joe Biden, beriya civîna xwe ya bi pêşengên Cihûyên li Amarîkayê re daxuyanî da.

Biden di axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên Hemasê û got, “Li gorî min, ji bo Cihûyan piştî Holokostê roja herî xwînrij ev e.”

Biden bi bîr xist ku wan piştgiriya leşkerî ya ji bo Îsraîlê zêde kiriye û got:

“Me ji bo temamkirina Qubeya Hesinî cebilxane şandiye. Di heman demê de me fîloya keştiyên balafiran ber bi rojhilatê Deryaya Spî ve şandiye û me balafirên şer jî şandine.”

Joe Biden, herwiha ji bo “qanûnên şer” hişyarî da Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu.

Joe Biden herî dawiyê bi awayekî zelal ji Îranê re jî got, “Hişyar bin.”

“Min wêneyên zarokên serjêkirî dîtin”

Li gorî nûçeya BBCyê, Biden di axaftina xwe de got ku di nava qurbaniyên Îsraîlê de wêneyên zarokên serjêkirî dîtine.

Ev angaşta Biden li ser medyaya civakî û ji aliyê gelek ajansên nûçeyan jî hatin parvekirin lê artêşa Îsraîlê ev îdia piştrast nekir.

Li aliyê din, Hêmasê ev angaşt bi awayekî tund red kir.