Sekreterê Giştî yê NATOyê: Hêvî dikim bersiva Îsraîlê maqûl be

12-10-2023
Nîşan Jens Stoltenberg NATO Filistîn Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku piştî êrîşa Hemasê ya li hemberî Îsraîlê “Divê bersiva Îsraîlê maqûl be.”

Stoltenberg piştî ku rûniştinên roja ewil ên Civîna Wezîrên Parastinê yên NATOyê qediyan civîneke çapemeniyê li dar xist.

Stoltenberg li ser “metirsiya li herêmê belavbûna şerê Îsraîl-Hemasê”axivî.

Stoltenberg diyar kir ku “Îsraîl dawiya hefteyê rastî êrişên terorê hat, mirovên mesûm mirin û mafê Îsraîlê heye ku li hemberî êrişên terorê yên bi vî awayî xwe biparêze.”

“Ez hêvî dikim bersiva ku Îsraîl bide maqûl be”

Stoltenberg got, "Ez hêvî dikim bersiva ku Îsraîl bide maqûl be. Dema ev pevçûn didomin ji bo ku rê li mirina sivîlên mesûm bê girtin girîng e ku Îsraîl çi ji destê wê bê bike."

Stoltenberg destnîşan kir ku welatên dijminê Îsraîlê divê rewşa pevçûnê bi kar neyînin.

 Stoltenberg herwiha bi bîr xist ku Amerîkayê li herêmê eskerên xwe zêde kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst