Neteweyên Yekbûyî, Finlandê bi binpêkirina mafên zarokan tohmetbar dike

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî dibêje Finlandê mafên zarokên li Kampa Holê bin pê dike.

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (CRC) Finlandê bi binpêkirina mafên zarokan tohmetbar dike.

Li gor dozekê ku li ser navê 6 zarokên Finlandî li Kampa Holê hatibû tomarkirin komîteya ku ji 18 pisporan pêk tê ragihand Hikûmeta Finlandê 6 zarokên ku bavên wan çekdarên DAIŞê bûn û welatiyê Finlandê bûn, li Kampa Holê di rewşeke xirab de hîştine, bêyî ku wan vegerîne Finlandê, ev yek jî li gorî wê komîteyê binpêkirina mafên zarokan e.

Komîteyê wiha ragihand, “Berpirsyaretiya Finlandê ye û şiyanên wê hene ku zarokên Finlandî li kampên Sûriyê biparêze li dijî metirsiya ku li ser jiyana wan heye û wan vegerîne cem xwe.”

Ev doz sala 2019an bo wê komîteyê hatibû pêşkêşkirin, piştre 3 zarok li gel dayikên xwe bo Finlandê hatibûn vegerandin lê hîn jî 3 zarok ji wan li kampê mane ku temenê wan di navbera 5 û 6 salan de ne.

Komîteyê her wiha anî ziman ku wan du caran pişkinîn li Kampa Holê kirine, cara yekê wan li dijî Fransayê 3 doz vekiribûn.

Endama wê komîteyê Ann Skelton ragihand zarok di rewşeke ne mirovane ya bê av, xwarin û bê xizmeta tendirustî de dijîn û metirsî li ser jiyana wan heye.

Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dikeve, nêzîkî 65 hezar kes tê de dijîn, derdora 10 hezar kesan ji wan jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî ne.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.