Konseya Ewropayê: Tirkiye rê li demokrasî û mafên mirovan girtiye

Hewlêr (Rûdaw) - Raporta Tirkiyê ku ji aliyê Komîteya Pişkinînê ya ser bi Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê ve hatiye amadekirin, piştî gotûbêjan hat qebûlkirin û ji ber rexneyên di warê demokrasî û mafên mirov bû sedema karvedanan.

Komîteya Pişkinînê ya ser bi Encûmena Parlamenteran a Konseya Ewropayê ve roja Çarşemê 12ê Cotmeha 2022ê li Lijneya Giştî raportek taybet bi Tirkiyê xist rojevê û bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Li lîjneyê parlamenterên AKPê pêşniyarnameya guhertinê  pêşkêşkirin lê hat redkirin.

Di raportê de rexneyên derketine pêş çi ne?

-Di raportê de derbarê Projeyasaya Rûbirûbûna Zanyariyên NeRast de ku berî çend rojan 14 xalên wê di Parlamentoya Tirkiyê hatibûn pesendkirin de tê gotin ev yasa li pêşiya azadiya îfadeyê astenge ku ji aliyê Peymana Mafên Mirov a Ewropayê tê parastin. Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ev yasa berî hilbijartinan dê encamên xirab bi xwere bîne û ew ji vê yekê nerazî ne û bang li Parlamentoya Tirkiyê hatiye kirin ku vê yasayî pesend nekin.

-Di raportê de hişyarî hatiye dayîn ku Sîstema Hikûmetê ya Serokkomariyê ya di sala 2017an de li Tirkiyê hatibû qebûlkirin saziyên demokratîk bi awayekî cidî lawazkirine û sîstema cûdakariya hêzan jî ji kar xistiye. 

-Ji ber rêznegirtina Tirkiyê li biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê û yasaya hilbijartinê rexneyên cîdî hatine arastekirin. Di raportê de hatiye gotin ku guşarên li ser endamên partiyên opozîsyonê berdewam in û ew derbarê doza girtina HDPê jî ku niha berdewam e nîgeranin. Mijara danîna qeyûman bo şaredariyên parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî girêdayî vê xalê hatiye rexnekirin.

-Yasaya Rûbirûbûna Terorê û astengiyên li pêşiya azadiya ragihandinê û xwe îfadekirinê jî xaleke ku hatiye rexnekirin.

-Di dawiya raportê de hatiye pêşniyarkirin ku di çarçoveya proseya pişkinînê de li Tirkiye pêşveçûnên demokrasî, mafên mirov û hiqûq de bên şopandin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê heman rojê derbarê raportê de daxuyaniyek belav kir û nerazîbûna xwe pêşan da.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje: “Bi taybet em rexneyên nerast û îdîayên ku bi yekalî hatine kirin qebûl nakin. Em hemû îdîayên Yekîtiya Ewropayê yên di warê sîstema me ya siyasî, yên derbarê rêveber û siyasetmedarên me, yên derbarê têkoşîna me ya terorê, yên dijî biryarên me ên azadî û mafên bingehîn red dikin ku ew bi xwe astengiyên li pêşiya diyalogê venakin.

Tirkiye sala 1996 beşdarî proseya pişkînînê ya Yekîtiya Ewropayê bû û piştî çend guhertin û sererastkirinên yasayî di sala 2004an de ji vê proseyê hatibû derxistin. Lê ji ber pirsgirêkên cidî ên di warê demokrasî û mafên mirovan careke din di sala 2017an de kete vê proseya pişkînînê.