Amerîkayê 15 balafirên F-15 şand Yunanê

12-10-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Yunan Balafirên F-15
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ji bo jo bo manoreke serbazî 15 balafirên şer ên F-15 şand Yunanê.

Hêzên Esmanî yên Amerikayê daxuyaneiyek belav kir û tê de ragihand ku balafir ji bo ku beşdarî manora Castle Forge ya ku dê di bin pêşengiya Fermandariya Hêzên Esmanî ya Ewropa-Afrîkayê ya Amerikayê de bê lidarxistin bibin, çûne Baregeha Esmanî ya Larissayê ya Yunanê.

Herwiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev manor ji bo zêdekirina hevkariya bi hevalbendên NATOyê re li hember stratejiya berevaniya kolektîf a Amerîkayê li herêma Deryaya Reş û baştirkirina şiyana hêzên hevbeş ku di demên krîzê de bi nermî bersivê bidin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bilî 15 balafirên F-15, dê gelek rahênanên şer yên Fermandariya Ewropayê di manorê de bên kirin û wiha berdewam dike "Pêkhateyên Castle Forge dê misoger bikin ku hêz bilez têne bicîh kirin û berdewamiya şandina hêza esmanî ji deverên bi astên cihêreng ên hêz û piştgiriyê û piştrast bikin ku hêza esmanî her dem amade ye ku bersivê bide gefên potansiyel."

Li gor daxuyaniyê Romanya, Bulgaristan, Yunan û Kanada jî dê beşdarî manora serbazî ya hewayî bibin.

15 balafirên F-15 di serî de li Brîtanyayê navber dane û piştre jî çûne çûne Baregeha Esmanî ya Larissayê ya Yunanê.

Li aliyê din artêşa Yunanê jî daxuyaniyek belav kir û tê de hat destnîşankirin ku ev balafir ji manorekî zêdetir li welatê wan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst