Almanya û Fransayê firotina çekan bo Tirkiyê rawestand

12-10-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava Almanya Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Heiko Maas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber êrîşa yekalî ya Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Fransa Almanyayê biryar dan ku şandina hemû corên çek û teqmeniyan bo Tirkiyê bide rawestandin.

Hikûmeta Almanyayê li dijî êrişa Tirkiyê ya bo ser  Rojavayê Kurdistanê firotina çekan bo wî welatî ragirt.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ji rojnameya Bild Am Sonintagê re ragihand ku ji ber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê wan biryar dane ku firotina hemû corên çek û teqmeniyan bo Tirkiyê bide rawestandin.

Heiko Maas amaje kiriye ku eger çek û teqemenî ji Tirkiyê re were şandin metirsî heye ku wan di êrişa Rojavayê Kurdistanê de bikar bîne.

Herdu wezaretên berevanî û karên navxwe yên Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku wan ji ber êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê firotina hemû corên çek û teqmeniyan bo wî welatî dane rawestandin.

Almanya di sala 2018an de bi bihayê 243 milyon dolar çek û teqemeniyên serbazî hinardeyê kiriyê kirine.

Pêştir Finland, Holand û Norwêc fiotina çekan bo Tirkiyê ragirtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst