Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku Amerîka bi alîkariya hevpeymanên xwe yên Kurd li Sûriyê hewl dide nîv dewletekê li derveyî kontrola Şamê li Rojhilatê Firatê ava bike û got ku egera wê yekê heye, ku Amerîka pirsa Kurdistana mezin têxe rojevê.

 

Sergey Lavrov ji çend kenalên ragihandinê yên welatê xwe re diyar kir: “Amerîka bi hevkar û hevpeymanên xwe re li Sûriyê, hewla damezrandina dewletekê li rojhilatê çemê Firatê dide û bi rêya hevpeymanên xwe, beriya hemûyan Kurd, hewl dide wan rûberan bi kar bîne daku dewleteke neyasayî damezrîne.”

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: “Li gor baweriya min pirsgirêka Idlibê dê pirsgirêka herî dawî be li Sûriyê.”

 

Lavrov destnîşan kir, ku rewşa rojhilatê Firatê nayê qebûlkirin û got: “Amerîka bi karên nerewa radibe, ku niha li wê deverê dezgeh û saziyên desthilatekê hatine avakirin, daku cihê dezgehên hikûmeta Sûriyê bigirin.”

 

Sergey Lavrov ev yek jî anî ziman, ku egera wê yekê heye, ku Amerîka pirsa Kurdistana mezin têxe rojevê.