Li ser nexşeya Kurdistanê pevçûn di pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê derket

12-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Îro çend kesên tirk di pêşangeha pirtûkan de ya li bajarê Frankfurtê êriş kirin ser beşa kurdî ya pêşangehê bo qetandina nexşeya Kurdistanê, lê ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Rojnamevan Yûsif Mentik ji Almanyayê ji Rûdawê re ragihand: “Îro 3 kes hatin dezgeha Bedirxan ya li beşê kurdî daxwazkirin ku em nexşeya Kurdistanê bidin aliyekî û digotin daliqandina nexşeya Kurdistanê qedexe ye.”

Yûsif Mentik wiha domand: “Min ji wan re got, hûn karmendên fermî ne yan hûn polîs in? Bersiva min dan û gotin, em ne herdu ne. Min jî ji wan re got ev yek ne ji mafê we ye û ez jî bê deng nebûm. Piştre yekî ji wan êriş kir ku nexşeya Kurdistanê biqetîne, lê min yekser xwest ku ez wêneyê wî bigrim.”

Wî rojnamevanî wiha got: “Di wê demê de êriş kir ser min jî da ku kamîreya min bibe, lê min nedayê û piştre rahişt kursiyekî ku pê li min bide, lê di wê demê de polîsên pêşangehê gihîştin wir.”

Yûsif Mentik wiha domand: “Polîsan ji me re got hûn dikarin li wan kesan gilî bikin, lê ji ber ku tiştek ji me nehatibû me gilî nekir. Piştre polîsan ew kes li gel xwe birin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst