Diakurd: Êrişa li dijî Tanrikulu êrişa Tahîr Elçî tîne ber çavan

12-09-2023
RÛDAW
Nîşan Diakurd Sezgîn Tanrikulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Konfederasyona Kurdên Diaspora (Diakurd) êrişên nijadperestî yên li hemberî parlementer û parêzvanê mafên mirovan Sezgîn Tanrıkulu şermezar kirin.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu roja înê bi telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonî bûbû û artêşa Tirkiyeyê bi wê yekê tohmetbar kiribû ku 15 welatiyên ji Amedê ji helîkopterê avêtine.

Sezgîn Tanrikulu herwiha gotibû ku artêşa Tirkiyeyê çendîn tawanên din li Bakurê Kurdistanê li hemberî Kurdan kirine.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê roja şemiyê derbarê Tanrikulu bi tohmeta heqereta li gelê Tirkiyeyê, Komara Tirkiyê û saziyên dewletê û handana kîn û dijminkariyê lêpirsîn da destpêkirin.

Herwiha nîqaşeke zêde li ser gotinên Sezgîn Tanrikulu hat kirin û bi taybetî jî aliyên hikumetê û nijadperst ji ber gotinên Tanrikulu wî dikin armanc.

Diakurdê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo Sezgîn Tanrikulu eşkere kir.

Di daxuyaniya xwe de Diakurdê got:

“Di demekê de ku dewleta Tirkiyeyê ji bo pîrozkirina 100 saliya xwe propagandayê dike, em dibin şahidê binpêkirinên mafên mirovan û nijadperestî yên li hemberî gelê Kurd û kêmaneyan.

“Tanrikulu bûye hedefa faşîstan”

Kesên li hemberî neheqiyan têdikoşin bi gef û êrişan dibin hedefa aliyên nijadperest û faşîst.”

Diakurdê da zanîn ku Tanrikulu bûye hedefa aliyên nijadperest û got:

“Tanrikulu bi têkoşîna xwe ya hiqûqî di serdema serokatiya wî li Baroya Amedê û piştî ku bû parlamenter jî hem li Tirkiye û hem jî li derveyî welat bû dengê kesên ku rastî neheqiyan bûne.

Wî di têkoşîna hiqûqî ya ku li qada navneteweyî da destpêkirin de gelek doz bi ser xistin û xelata Kennedyê wergirt.

Yek ji van bûyeran jî gotina Artêşa Tirk 15 gundî ji helîkopterê avêtine’ bû û ev bûyer ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve jî hate piştrastkirin.”

“Hêzên tarî dixwazin dengê Tanrikulu qut bikin”

Diakurd bi bîr xist ku Tanrikulu bûye hedefa Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî û got:

“Ew êrişên narewa wekî doza parêzer û Serokê Baroya Amadê yê berê Tahîr Elçî ku ji aliyê hêzên paramîlîter sala 2015an hate terorkirin, tê berçav.

Niha jî hêzên tarî dixwazin dengê Tanrikulu qut bikin. Ji ber vê sedemê ew rastî êrişên nîjadperest ên gelek aliyan tê û bi awayekî eşkere tê hedefgirtin.”

Diakurdê herî dawî êrişên li dijî Tanrikulu şermezar kirin û got:

“Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî nîjadperestiya ku li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibe bisekinin û Sezgîn Tanrikulu û kesên wek wî biparêzin.

Nîjadperestî sûcê dijî mirovahiyê ye û divê bi tundî bê şermezarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst