Ewropa: Bila welatiyên Tirkiyê pirsgirêka vîzeyê ji hikûmeta xwe bipirsin

12-09-2022
RÛDAW
Nîşan Nacho Sanchez Amor Yekîtiya Ewropayê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Nacho Sanchez Amor ragihand ku welatên Yekitiya Ewropayê ji bo wergirtina vîzeya Schengenê ji welatiyên Tirkiyê re astengiyan dernaxînin û bila welatiyên Tirkiyê pirsgirêka vîzeyê ji hikûmeta xwe bipirsin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu 23ê Tebaxê îdia kiribû ku welatên Ewropa û Amerîka bi qest serlêdanên vîzeyan ên welatiyên Tirkiyê paş dixin û dê di vê mijarê de hişyariyê bidin balyozxaneyên wan welatan.

Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Nacho Sanchez Amor derbarê mijarê de ji medya Tirkiyê re axivî û got, “Li Tirkiyê hinek gotinên derbarê vîzeya Schengenê de ne ji dil dibînim. Çareserî serbestiya vîzeyê ye. Divê xelkê Tirkiyê ji hikûmeta xwe bipirse, ka gelo çima heta niha vîze serbest nebûye. Ji bo wergirtina serbestiya vîzeyê ji 72 şertan tenê 6 şertên ku divabû Tirkiyê bi cî bianiya mabûn. Em derbarê pêkneanîna van şertan de daxwaza agahdariyê dikin.”

Nacho Sanchez Amor her wiha anî ziman, “Piştî daketina nirxê lîreyê Tirkî jî gelek welatiyên Tirkiyê ji bo vîzeya Schengenê, nikarin garantiyên bi euro tên xwestin bidin. Nêrîna ku welatên Ewropa ji bo astengkirina wergirtina vîzeyê bo welatiyên Tirkiyê lihev kirine xeyal e.”

Amor her wiha dibêje, eger di hilbijartinên sala 2023ê de li Tirkiyê kîjan alî bê ser desthilatê, Bruksel amade ye ku dubare pêvajoya endamtiyê bide destpêkirin û daxwaza wan ji hikûmeta nû vegera bo Pîvanên Kopenhagê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst