Hilbijartinên Swêdê: Partiyên rastgir ketine pêş partiyên çep

12-09-2022
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Swêdê Partiyên rastgir Partiyên Çep
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên herî dawî yên hilbijartinên Swêdê partiyên rastgir 3 kursî li pêşiya partiyên çep in û ji 349 kursiyên parlamentoyê 176 kursî bi dest xistine.

Medyaya fermî ya Swêdê îro Duşemê ragihand ku heta niha ji sedî 94ê dengan ji hev cuda bûne ku partiyên rastgir dê ji 349 kursiyên parlamentoyê 176 kursiyan bi dest bixin, partiyên çep dê ji 349 kursiyên parlamentoyê 173 kursiyan bi dest bixin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji 6 hezar û 578 navendên hilbijartinê 5 hezar 900 hatine hejmartin û li gor encamên dawî aliyê rastgir li pêş berdewam dike.

Eger ev encam wiha berdewam bike serokê partiya Moderatan Ulf Kristersson dikare bi piştgiriya Demokratên Swêdê, Lîberalan û Demokratên Xiristiyan hikûmetê ava bike. Ji ber ku ferqa di navbera her du blokan de gelekî biçûk e encamên hilbijartinê hîn jî dikarin werin guhertin.

Encamên herî dawî yên nefermî yên dengên partiyan wiha ye:

Partiya Sosyal Demokrat: %30.5

Partiya Moderate: %19.1

Demokratên Swêdê: %20.7

Partiya Senter (Centre): %6.7

Partiya Çep: %6.6

Partiya Krîstiyan Demokrat: %5.4

Partiya Jîngeh-Kesk: %5

Partiya Liberal: %4.6

Hejmara kursiyên partiyên Swêdê li gor encamên herî dawî:

Partiya Sosyal Demokrat: 108 kursî

Partiya Moderate: 67 kursî

Demokratên Swêdê: 73 kursî

Partiya Senter (Centre): 24 kursî

Partiya Çep: 24 kursî

Partiya Krîstiyan Demokrat: 19 kursî

Partiya Jîngeh-Kesk: 18 kursî

Partiya Liberal: 16 kursî

Heta niha 4 berbijêrên Kurd di hilbijartinên Swêdê de biserketine:

🔸Kadir Kasirga, Partiya Sosyal Demokrat

🔸Lavîn Rêdar (Lawen Redar), Partiya Sosyal Demokrat

🔸Serkan Kose, Partiya Sosyal Demorkat

🔸Gulan Avci, Partiya Liberal

🔸Sara Sîpêl, Demokratên Swêdê

Du namzedên din ên Kurd ji Partiya Lîberal, Ezîz Aliş û Mihemed Hesen jî dengên pêwîst bi dest xistine û îhtimal heye ku werin hilbijartin lê heta niha biryar nehatiye dayîn.

Daîreya Hilbijartinan Valmyndigheten ragihand ku encamên dawî dê roja Çarşemê werin eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst