Rûsya 175 endezyarên leşkerî dişîne Dêrezorê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand, ku Rûsya dê 175 endaziyarên leşkerî bişîne parêzgeha Dêrezorê, ji bo rakirina mayinên ku rêxistina DAIŞê li hemû navçeyên wî bajarî çandibûn.


Ajansa Interfax a Rûsî, li ser zimanê Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand, ku Moskow grûpa yekem ji wan endaziyaran şand binkeya Himêmîm a Rûsî li gundewarê Laziqiyê li Sûriyê. Herwiha ligel van endazyaran 7 yekîne ji alavên leşkerî yên taybet û grûpek ji pisporan ligel hejmarek ji segên ku hatine rahênankirin li ser naskirina cihên mayinên çandî hatin şandin, û ev grûp 40 endaziyarên leşkerî tê de hebûn.


Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Rûsyayê daxuyaniyek derbarê vê yekê de belav kir, tê de got ku ev pisporên leşkerî di demeke nêzîk de û weke gaveke yekem, dê derbasî taxên Dêrezorê bibin, yên di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de, ew jî bi armanca cîbicîkirina proseyên çavdêriyê û nirxandina navçeyên ku prosesên rakirina mayinan dê lê cîbicî bibin.


Berî 2 rojan jî hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya hevpeymanên xwe gihiştin navçeya Banorama, ya ku dibe dergehê başûr ji bajarê Dêrezorê re. Herwiha balafirxaneya leşkerî ya Dêrezorê ji bin dorpêça çekdarên DAIŞê derxist.


Tê zanîn ku hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya balefirên Rûsî, karîbûn di 5ê Îlona 2017an de, dorpêça li ser bajarê Dêre Zorê bişkînin, ku ev bajar ji sala 2014an ve di bin kontrola rêxistina DAIŞê de bû.