Amerîkayê ji bo êrişa Îranê dem da

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ragihand ku dibe ku Îran û komên wê yên herêmê di nava vê hefteyê de êrişî Îsraîlê bikin.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby di konfêranseke rojnamegeriyê de got ku Amerîka fikar û hêviyên Îsraîlê yên derbarê dema muhtemel de parve dike û dibe ku tolhildan vê hefteyê çêbibe.

Kirby got ku di vê demê de zehmet e ku were destnîşankirin ka dê çawa tolhildan pêk were lê dibe ku ew cûrbecûr êrişan pêk bîne.

Herwiha Kirby got, “Serok di wê baweriyê de ye ku eger bigihîje wê xalê, kapasîteya me ya têr heye ku em Îsraîlê biparêzin.

Kes naxwaze ev yek wisa bibe. Ji ber vê çendê ev çend roj in em bi awayekî cidî danûstandinên dîplomatîk dimeşînin da ku em bibînin ka ji bo bêbandorkirina vê rewşê çi dikare were kirin.”

Serokê Amerîka Joe Biden îro danê sibê bi rêya telefonê bi lîderên Brîtanya, Fransa, Almanya û Îtalya re li ser rewşa Rojhilata Navîn axivî.

“Em naxwazin bibînin ji aliyê Îranê ve ti êriş were kirin”

John Kirby li ser vê yekê wiha anî ziman, “Ev pêwendî bi giranî ji bo nirxandina aloziyên li Rojhilata Navîn hat lidarxistin, ji bo ku lîder careke din tekez bikin ku pêwîstiya parastina Îsraîlê, navbeynkariya agirbestê, vegerandina rehîneyan ji bo malên xwe û şandina peyameke bihêz ku ew naxwazin bibînin ji aliyê Îranê ve ti êriş were kirin.”

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Parastinê Lloyd Austin ferman daye ku keştiya binderyayî ya bi mûşek û keştiyeke balafiran bi lez bigihîjin Rojhilata Navîn.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehrana paytexta Îranê hatibû kuştin.

Herwiha 30ê Tîrmehê yek ji fermandarên pilebilind ên Hizbulaha Libnanê Fuad Şukir li Beyrûtê di êrişeke asmanî de hatibû kuştin.

Piştî ku Heniye hat kuştin alozî û êrişên li Rojhilata Navîn zêde bûn.

Ji aliyekî ve Hizbulah û Îsraîl êrişî hev dikin û ji aliyê din ve jî Îran û Îsraîl gefan li hev dixwin.

Amerîka jî eşkere dike ku eger êrişî Îsraîlê were kirin ew dê wê biparêzin.