Li Amerîkayê endezyarekî Tirk ji ber diziya belgeyên Pentagonê hate girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Endezyarekî Tirk ku li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê kar dikir, bi tohmeta "diziya belgeyên nihênî" hat girtin.

Li gorî nûçeya New York Timesê, endezyarê Tirk ê bi navê Gokhan Gun ku li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) kar dikir, 3 hezar û 400 belgeyên wezaretê kopî kirine ku 82 ji wan belgeyan "zêde nehênî" bûn.

Gokhan Gun dema ku dixwest bi wan belgeyan di sînorê Amerîkayê re derbasî Meksîkayê bibe hate girtin.

Di kamerayên çavdêriyê de hat dîtin ku Gokhan Gun belge nêzîkî temambûna dewamê kopî kirine û di nav kîsên plastîk de ji Pentagonê derxistine.

Welatiyê Tirkiye û Amerîkayê ye

Gokhan Gun ligel welatîbûna Tirkiyeyê welatiyê Amerîkayê ye jî û gelek caran çûye derveyî Amerîkayê.

Herwiha xaniyên Gokhan Gun li bajarên Virginia, Teksas û Floridayê hene.

Gun sibe derdikeve pêş dadgehê û dê dadgeh biryara dawî li ser wî bide.

Eger Gun were azadkirin an girtî jî bimîne wê darizandina wî berdewam bike.

Lê belê dozgeriyê ji ber egera ku Gokhan Gun birevê derveyî heye, xwestiye ku ew girtî bê darizandin.