Çima nayê xwestin gora Teymûr Leng bê vekirin?

Ozbekistan (Rûdaw) - Dema ku em behsa Teymûr Leng dikin, ji bo navdariya wî ya mezin, piraniya me wî nas dikin. Leng yek ji lîderên dagirker ên bi navûdeng ên cîhanê ye.

Di sedsala 14an de Împeratoriya Teymûrî ava kir ku dewleta xwe li Efxanistan, Îran û Asyaya Navîn damezrand.

Wî gelek welat bi xwînrijandinê ava kirin, di heman demê de welatê xwe nexasim Semerqenda ku paytexta dewleta wî bû, ji nû ve şên û ava kir.

Teymûr Leng di sala 1336ê zayînî de li bajarê Şehrîsebza niha yê Ozbekistanê hatiye dinê.

Di heyama 30 salên desthilatdariya xwe de, artêşên Faris, Misr, Împeratoriya Osmanî û Hindistanê jî têk bir.

Lê di sala 1405an de, dema dabû ser rê û diçû ku Misirê dagir bike, nexweşiyek lê peyda bû û di 68 saliya xwe de koça dawî kir.

Vêga gora Teymûr Leng bi kur û neviyên xwe re li goristaneke Ozbekistanê hatiye veşartin û ji aliyê gelek şêniyên welatê Ozbekistanê û geştyaran ve jî tê ziyaretkirin.

Şêniyên welatî wî ewqasî ji Teymûr Leng hez dikin, loma jê re dibêjin Mîr Teymûr.

Li cîhanê efsaneyeke berbelav heye ku dibêje çi kesê gora Teymûr Leng veke, dê cîhanê bixe ber nefreta Teymûr û cîhan tûşî şerekî bixwîn bibe.

Hinceta wan jî ew e ku arkeologên Ozbekistanê du rojan beriya Şerê Cîhanê yê Duyem gora Teymûr Leng vekir û cîhan tûşî Şerê Cîhanê yê Duyem ê wêranker bû.