Reklama adidas û Arsenalê nanê Kurdî wekî hêmaya resenbûnê bi nav dike

12-08-2024
Nîşan adidas Arsenal Nanê Kurdî London Resenbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di reklameke Arsenala ku tîmeke navdar a futbolê ye û adidasê de nanê Kurdî wekî hêmaya resenbûnê tê binavkirin.

Di reklamê de cilên Arsenalê tên nîşandan û tê gotin ku ev cil resenbûna lîstikvan, çand û alîgirên wan nîşan didin.

Di reklamê de tê gotin, “Kevneşopiya beriya lîstikê bi tevahî ne kevneşopiyeke Brîtanî ye” û piştî wê jî çend xwarin û çalakiyên resen ên welat û çandên cuda tên nîşandan.

Nanê tenûrê yê Kurdî jî yek ji wan çandên resen e ku di reklamê de cihê xwe girtiye.

Reklam dibêje, “Nanê me jî heye” û restoraneke Kurdî ya li bakurê Londonê nîşan dide ku lê nanê tenûrê û xwarinên Kurdî tên çêkirin.

Li restorana bi navê “Baban Nan” kilora bi ardê genim, kilora bi nanê ceh, kilora bi kuncî, kebaba Kurdî û kiftik tên firotin.

Kurdên ji Başûr û Rojhilatê welêt xwaringehê îdare dikin û ev xwaringeha Kurdî ya ku li hemû Brîtanyayê deng vedaye bûye mîjara gelek dosyeyên medyayî.

“Kesî din li ber çavên te ne girîng e”

Ed Cummingê ku berê nivîskarê Independentê li ser nanê Kurdî yê xwaringeha “Baban Nan”ê gotibû:

“Ku ev nanê germ, sivik û biçêj li ser maseyê be û hilma tenurên Babanan jê bilin bibe kesî din li ber çavên te ne girîng e û tu li hêviya xwarineke din namînî.”

“Tama rasteqîn ya Kurdî aniye bakurê Londonê”

Malpera Top Kûviyê ya ku xwraingehê dide nasîn wiha behsa nanê tenûrê dike:

“Baban Nan tenûreke bi dîwêr ve ye, tama rasteqîn ya Kurdî aniye bakurê Londonê.  

Li hêla din, xwediyên xwaringehê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku haya wa ji reklamê nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst