Lufthansa heta 21ê Tebaxê seferên Hewlêrê nake

12-08-2024
Nîşan Lufthansa Hewlêr Geştên Asmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lufthansaya ragihand ku ew dê heta 21ê Tebaxê seferên Hewlêrê nekin.

Lufthansayê diyar kir ku ew dê ji ber egera zêdebûna aloziyên di navbera Îsraîl, Hizbulah û Îranê de heta 21ê Tebaxê balafirên xwe neşînin Hewlêr, Tehran, Beyrût, Eman û Tel Evîvê.

Lufthansayê herwiha da zanîn ku dê heta wê demê ji bo ewlehiya rêwiyên xwe asmanên Îran û Îraqê bi kar neyînin.

Li gorî daxuyaniyê, kesên ku bilêt kirînê li geştên wan hatine betalkirin dikarin pereyên xwe bistînin.

Lufthansaya ku şirketeke hewayî ya Almanyayê ye berê gotibû ew heta 7ê Tebaxê balafirên xwe naşînin Hewlêrê û paşê jî ev dem heta 12ê Tebaxê dirêj kiribû.

Piştî aloziyên li Rojhilata Navîn hinek şirketên Amerîka, Holenda, Hindistan, Brîtanya, Almanya, Swîsre, Îtalya, Yunanistan, Fransa û Polonyayê seferên balafirên ku diçin Libnan û Îsraîlê rawestandibûn.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye jî 31ê Tîrmehê li Tehranê hat kuştin.

Piştî vê yekê li Rojhilata Navîn metirsiya şer û aloziyan zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst