Li Yunanistanê şewat: 9 gund hatin valakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Varnavayê ya li rojhilatê Atînaya paytexta Yunanistanê şewat derket.

Agir ji ber bayê xurt di demeke kurt de belav bû û 9 gund hatin valakirin.

Li gorî medyaya Yunanistanê, bi 26 wesayîtên hewayî û 120 wesayîtên agirvemirandinê yên bejahiyê midaxeleyî êgir tê kirin.

Her wiha polîs û xwebexşan gelek kes rizgar kirine ku li malên xwe asê mabûn.

Li hêla din, dûxana êgir gihaye heta bi Atînayê û rayedaran ji şêniyên bajêr xwestiye ku tenê ji bo rewşên pêwîst derkevin derve.

Wezareta Tenduristiyê ya Yunanistanê jî diyar kir ku hinek navendên tenduristiyê yên li Nea Makri û Kapandritiosê û hinek nexweşxaneyên li Atînayê di rewşa “alarma lezgîn” de ne.