‘Brîtanya destûrê nade ku kes Quranê bişewitîne’

12-08-2023
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serokê Civata Kurdên Brîtanyayê Mihemed Celal Berzencî Brîtanya Şewitandina Quranê
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) – Mihemed Celal Berzencî anî ziman ku Brîtanya destûrê nade ku kes Quranê bişewitîne.

Serokê Civata Kurdên Brîtanyayê Celal Berzencî, da zanîn ku ji ber ew naxwazin radîkalên li welatên Skandinavyayê seferber bikin, ew çalakiyên bihêz ên li dijî şewitandina Quranê li dar naxin.

Swêd û Denmakê destûr dabû ku Quran were şewitandin, ev yek jî li seranserî cîhanê bû sedema nerazîbûna Misilmanan û gelek xwepêşandan hatin lidarxistin

Lê Misilmanên li Brîtanyayê, bi armanca ku radîkalên li wî welatî tundtir nekin ji lidarxistina xwepêşandanan dûr ketin.

Serokê Civata Kurdên Brîtanyayê Mihemed Celal Berzencî bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya ku Hêmin Evdila di Rûdaw TVyê de pêşkêş dike û behsa helwesta Brîtanyayê kir.

“Em xwepêşandanên aştiyane dikin”

Mihemed Celal Berzencî da zanîn ku ew xwepêşandanên aştiyane li dar dixin û got:

“Me Misilmanên li Brîtanyayê biryar da ku em xwepêşandanên mezin nekin û tenê xwepêşandanên aştiyane bikin.

Ji bo ku rê li ber radîkalan bê girtin û ew radîkal li Brîtanyayê çalakiyên bi vî rengî li dar nexin me ev biryar da.”

Li aliyê din, divê were gotin ku hemû Misilmanên li Brîtanyayê piştgiriyê nadine vê biryarê û hinek dibêjin ku divê bertekeke xurt were nîşandan.

“Brîtanya bi awayekî baştir nêzîkî Misilmanan dibe”

Mihemed Celal Berzencî, pesnê demokrasiya li Brîtanyayê da û got:

“Modela laîktî û demokrasiyê ya Brîtanyayê ji ya welatên Skandinavyayê cudatir e. Brîtanya li gorî welatên Skandinav bi awayekî baştir nêzîkî Misilmanên li wî welatî dibe.”

Serokê Civata Kurdên Brîtanyayê li ser hejmara Misilmanên li Brîtanyayê jî ev agahî dan:

“Ji sedî 8ê nifûsa Brîtanyayê Misilman e ango li vî welatî 5 milyon û 320 hezar Misilman hene. Li Brîtanyayê 760 mizgeft hene û ji van mizgeftan 37 heb aidî Kurdan in.

Li aliyê din, ji sedî 10ê nifûsa Swêdê Misilman e lê Brîtanya li gorî Swêdê hîn behtir rêzê li Misilmanan û baweriya wan digire.”

Mihemed Celal Berzencî ragihand ku li Brîtanyayê azadiya raderbirînê heyê û pê de çû:

Li Brîtanyayê azadiya raderbirînê heye lê Brîtanya destûre nade ku kes Quranê bişewitînê û heqaretê li Misilmanan bike.”

Mihemed Celal Berzencî anî zimên ku Misilmanên li Brîtanyê jî li gorî Misilmanên li welatên din xweşbîntir in rêzê li baweriyên din digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst