Tevî dorpêç û sizayan jî, çavê Ewropayê li gaza Rûsyayê ye

Moskow (Rûdaw) - Krîza gaza xwezayî li welatên Ewropayê berdewam e û tevî dorpêç û sizayan jî, çavê wan li gaza Rûsî ye. Beriya niha projeya Nord Stream-1 hatibû danîn û rojane 167 milyon metre sêca gaz diçû welatên Ewropî, lê niha tenê 33 milyon metre sêca gaz diçe. Li welatên Ewropî jî hewlên kêmtir bikaranîna gazê destpê kirine.

Gazprom di bin tu şert û mercan de amade nîne turbînên Siemensê ji bo Nord Stream qebûl bike, û tekez dike ku sedema vê yekê cezayên rojavayî û kêmasiya belgeyan e. Hat zanîn ku turbîn êdî kar dike û ji bo şandina Rûsyayê amade ye û ya herî girîng jî, ew derveyî ambargoyan e.

Aşkereye ku bêyî vê turbînê, xebata rêkûpêk ya lûleya gazê ne mimkûn e. Li vir bi zelalî aşkere ye ku mesele ne di turbînê de, belkî di siyaseta mezin de ye.

Pisporê Fona Neteweyî ya Ewlehiya Enerjiyê Stanîslav Mîtraxovîç dibêje "Em vê gavê bi rewşa şerê aborî re rû bi rû ne, ku Rojava li dijî Rûsyayê daye destpêkirin. Û vê yekê veneşêrin jî. Di rewşeka weha de, tu berjewendiya Gazpromê tê de tune ku alîkarî bi Ewropayê bide, da ku ew, xwe ji bo qonaxa zivistanê ya dijwar re amade bike. Bi ser de jî, Ewropa bi xwe hinceteke hiquqî daye destê Gazpromê ku bikaribe tevgera xwe binixumîne. Eger bawerî di navbeyna Gazprom û Ewropayê de hebûya, proseya tamîrkirin û vegerandina tûrbînê bo Nord Stream-1 dê bi rehetî çareser bûya. Lê ji ber ku bawer tûne, bila bibexşînin,  niha divê Ewropa bi xwe bifikire, bê ka qonaxa zivistanê çawa derbas bike."

Vê gavê bi boriya Nord Stream-1  rojane li şuna 167 milyon metreseca, tenê 33 milyon metrekub gaz diçe Ewropayê. Û rêveberiya Yekîtiya Ewropayê tekez dike ku ew ji bo senaryoya herî neyînî, ango ji rawestana gaza ji Rûsyayê re amade ne.

Mamosteyê Zankoya Moskowê Îqbal Durre got "Aşkereye ku Rûsya êdî bîryar daye di sîyaseta xwe ya derve de ji berevanîyê derbasî siyaseta êrîşkirinê bibe. Ji ber ku Rûsya pir pê bawer e ku rojava, bi taybetî Ewropa, di salên nêz de nikare ji jêderên enerjiyê yên Rûsyayê re alternatîvek peyda bike. Lê Rûsya bi xwe pir bi rehetî dikare vê yekê bike. Bi taybetî piştî bûyerên girêdayî bi Taywanê re, az bawer dikim ku peywendiyên aborî yên Rûsya bi Çînê dê gelek pêşve biçin."

Peyvdarê Kremlinê tawanbariyên Yekîtiya Ewrûpayê red dike, ku qaşo aliya Rûsyayê naxwaze turbinê tamirkirî werbigre da ku veguhastina gazê zêde neke, û amaje dike ku Gazprom tenê garantiyê dixwaze ku ew turbin ne di bin cezayan de ye.