Trump: Eger Biden serbikeve Amerîkayî dê neçar bibin bi Çînî biaxivin

12-08-2020
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hilbijartina serokatiya wî welatî de ku 3yê Mijdarê îsal tê pekanîn de got eger rikberê wî namzedê Demokratan Joe Biden di hilbijartinan de serbikeve, gelê Amerîkayê dê neçar bimîne ku fêrî zimanê Çînî bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beşdarî bernameyeke radyoyê bû û li wir helwesta rikeberê xwe Joe Biden a li hemberî Çînê rexne kir.

Trump got: "Eger ez hilbijartinê qezenc nekim, Çîn dê bibe xwediyê Amerîkayê. Paşê jî Amerîkayî dê neçar bimînin ku zimanê Çînî fêr bibin.”

Trump diyar  kir ku beriya nexweşiya vîrusa koronayê têkiliya wî û Serokê Çînê Şî Cinping baş bû û got: “Têkiliya me êdî weke berê nebaş e, ji ber ku derbarê Covid-19ê de tişta ku pêwîst bû nekirin.”

Serokê Amerîkayê da zanîn ku ev demeke dirêj e ew bi Şî Cingping re naaxive, vîrusa ku li Çînê derket holê, bandor li ser sekna wî ya siyasî jî kiriye û wiha axivî:  “Eger webaya Çînê (Covid-19) nehata welatê me, hilbijartin beriya wê ba, bi George Washîngton bihata dê nekariba li hemberî min serbikeve.”

Hilbijartinên bo posta serokatiya Amerîkayê dê meha mijdara îsal bêne encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst