Rewşa Nelson Mandela ber bi başiyê ve diçe

12-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw/ANF) – Rewşa rêberê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandela ku demekî dirêje li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de bû, ber bi başiyê ve diçe.

Nelson Mandela ji 8ê hezîranê ve li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye. Di rapora herî dawî de tê gotin ku roj bi roj rewşa Mandela ber bi başbûnê ve diçe.

Tîma tendirûstiyê serokê Afrîka Başûr Jacop Zuma agehdar kirin ku rewşa Mandela ber bi başiyê ve diçe û tedawiya wî didome.

Piştî vê yekê, Serokatiya Dewletê daxuyaniyek fermî belav kir. Di daxuyaniyê de Jacop Duma daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo Mandela duayan bikin.

Herçendî çavkaniyên fermî radigihînin ku rewşa Mandela ber bi başbûnê ve diçe, lê hinek çavkanî radigihînin ku Mandela bi mekîneyê dijî.

Mandela, piştî ku di sala 1999an de dest ji erkê Serokdewletiyê berda, zêde di nava gel de xuya nedikir. Mandela herî dawî di Tîrmeha sala 2010'an di maça fînalê ya Kûpa Cîhanê de derketibû nava gel.

Mandela ku di navbera sala 1994-1999'an de weke yekemîn Serokomarê Reşik li Afrîka Başûr dest bi erkê kir, weke lîderê têkoşîna li dijî nijadperestiyê tê qebûlkirin.

Mandela di dema rejîma Apartheîd de 27 salan li girtîgehê ma û dema li girtîgeha Robben ji sala 1980 û pê ve dihat ragirtin, bi nexweşiya weremê ketibû. Tê gotin, gava Mandela li girtîgehê di kana kevir de dihat karkirin, li pişika wî nexweşiyeke mayînde rû daye.

Mandela tevî ku demeke dirêj girtî ma jî, li dijminên xwe yên berê borandibû û banga aştiya navbera reş û spiya kiribû.

Nelson Mandela di heman demê de di sala 1993an xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ye.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst