Jiyana ciwanên Ukraynî yên li Polendayê: Xebat, xwendin û fikra vegerê

12-07-2023
Dilniya Rehman
Jiyana ciwanên Ukraynî yên li Polendayê: Xebat, xwendin û fikra vegerê
Jiyana ciwanên Ukraynî yên li Polendayê: Xebat, xwendin û fikra vegerê
Nîşan Şerê Rûsya û Ukraynayê Polenda Penaberî
A+ A-

Warşov (Rûdaw) - Şerê Rûsyayê û Ukraynayê bû sedem ku jiyana gelek kesên li wî Ukraynayê, bi taybetî yê ciwanan were guhertin. Ji ber şer zêdetirî 6 milyon Ukraynayiyan koçî welatên Ewropayê kirine ku zêdetirî milyonek kesan li Polendayê daxwaza mafê penaberiyê kirine, daxwaza beşeke wan hatiye qebûlkirin û beşeke din hîn jî di kampan da ne.

Anastasia ya 22 salî ya ji Zaporizhzhiayê, sala xwe ya dawî ya xwendina xwe ya li Moskowê diqedand dema ku Rûsyayê êrîşî welatê wê kir. Ew hîn jî bi tiştê hatiye serê wan bawer nake û ji dema ku hêzên Rûsyayê Zaporizhzhia kontrol kirine ve, nêzîkî sal û nîvekê ye tevî malbata xwe li Warşovê dijî.

Anastasia Miloserdov li ser rewşa xwe got, “Niha ez 3 karan dikim ji ber ku divê ez pereyan bi dest bixim ji bo bikaribim li vir bijîm, ji ber ku jiyan li vir giran e, em hêvî dikin ev şer zû bi dawî bibe lê ez bawer im divê em demekê li vir bimînin û her çawa be divê em bikarin alîkariya welatê xwe bikin.”

Jiyana hemû Ukrayniyan bi destpêkirina şerê Rûsyayê û Ukraynayê re guherî. Ev her du xort îsal dibine 18 salî. Wan sala xwendina xwe ya dawî ya bi awayê online qedandin û niha li Warşovê karê pakkirinê dikin û xwe ji bo xwendina zankoyê amade dikin.

Tixon Miloserdov anî ziman, “Ev ne ew jiyan e ku ez li bendê bûm, ne ew jiyan e ku min dixwest, ev ne tiştekî ku min plana wê dikir, ez ê du salan xwendina xwe li vir temam bikim. Ez bawer im ku ez ê vegerim welatê xwe û li wir kar bikim.”

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî heta niha 6 hezar û 331 milyon Ukraynayî reviyane welatên Ewropayê, 1 milyon 600 hezar kesan jî li Polandê serlêdana penaberiyê kirine ku hinek ji wan bi xwe dixebitin û debara xwe dikin û beşeke wan jî heta niha di kampên ku ji aliyê Hikûmeta Polandê ve hatine destnîşankirin de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst