NYê derbarê deriyê Bab el-Hewayê de biryara xwe da

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî biryar moleta gihandina alîkariyan di riya deriyê Bab el-Hewa re bo 6 mehên din bê dirêjkirin.

Eendamên Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî ve di civîna xwe ya derbarê Sûriyê de li hev kirin ku moleta gihandina alîkariyan di riya deriyê Bab el-Hewa re bo 6 mehên din dirêj bikin.

Ji roja Yekşema vê heftiyê ve moleta gihandina alîkariyan di deriyê Bab el-Hewa de bo Sûriyê bidawî hatibû.

Reşnivîsa herî dawî ya projebiryarê ji aliyê Îrlanda û Norwêcê ve hatibû pêşkêşkirin hat qebûlkirin.

Di projebiryarê de daxwaz tê kirin ku du mehan carekê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî raportekê derbarê cîbicîkirina biryarnameyê de pêşkêş bike, herwiha hatiye gotin ku eger Encûmena Asayişê bixwaze, dikare cîbicîkirina projebiryarê rawestîne.

Destûra gihandinê rê dide ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab el-Hawa ji Tirkiyê derbasî parêzgeha Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê bibin ku di bin kontrola grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û grûpa Tehrîr el-Şam a girêdayî Qaîde ye.

Li gorî ragihandina Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî (OCHA), heta niha, di sala 2022yan de, 4 hezar û 600 barhilgirên alîkariyên mirovî bi rêya Deriyê Sînorî yê Bab Elhewa derbas bûne navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê, ji bo alîkariya derdora 2 milyon û 400 hezar kesî li wan navçeyan.