NASA kûrtirîn û hûrtirîn wêneyê gerdûnê belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - NASA bo yekemîn car kûrtirîn û zelaltirîn wêneyê rengî yê gerdûnê belav kir ku ji aliyê teleskopa fezayî ya James Webb ve hatiye girtin.

Ajansa Amerîkî ya Fezayê NASA, teleskopa fezayî ya James Webb, bi rêya tîşkên jêr sor wêneyeke rengî ya herî kûr û hûr ji gerdûnê girtiye.

NASA ev wêne bi amadebûna Serokê Amerîkayê Joe Biden û cîgira wî Kamala Haris belav kir.

Di yekem wêneya Teleskopa James Web de, hezaran hesare diyar dibin, di nav de ew laşên din ku bi tîşkên jêr sorê têne xuyakirin. Li gor ajansê, ew navçeya ku di wêneyê de dixuye, beşekî biçûk e ji gerdûnê.

Rêvebirê Ajansa NASA, Bill Nelson ragihandiye ku ev wêneya tê dîtin, ya berî 13 milyar salên ronahiyê ye.

Bill Nelson diyar dike ku ev teleskop gelekî hûr e, ew dê bi rêya wê bizanin hesareya ku ew lê dinêrin, jiyan li ser dibe yan na û ew dê bikarin bersiva hinek pirsan werbigirin ku berî niha ti bersivek ji wan re nebûye.

Rêvebirê NASAyê Bill Nelson herwiha got, “Hûn dizanin 100 sal berê me bawer dikir ku tenê galaksiyek heye, niha em dizanin ku bêhejmar galaksî û roj hene.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî belavkirina wêneya teleskopa James Webb a ji gerdûnê weke “bûyereke dîrokî” bi nav kir.

Biden diyar kir ku wêneyên mijara gotinê dê nîşana hêza Amerîkayê bin û got: “Ev wêne dê nîşanî hemû cîhanê bidin ku Amerîka dikare karên mezin bike û bi taybetî jî dê bîne bîra zarokên Amerîkî ku tiştek ji şiyana me wêdetir nîne.”