Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Nûneran a Amerîkayê projeyasayek pesend kir, ku Serokê Amerîkayê ji encamdana êrişa leşkerî li dijî Îranê qedexe dike.
Roja înê 12ê Tîrmeha 2019an Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi 251 dengên "Erê" li hember 170 dengên "Na" projeyasayek pesend kir ku têde rêgirî li Serokê Amerîkayê dike di encamdana êrişkirina leşkerî li dijî Îranê de.
Piştî pesendkirina projeyasayê ji aliyê Encûmena Nûneran ve ku Demokrat piraniya wê pêk tînin, divê projeyasa ji aliyê Encûmena Pîran ve were pesendkirin û wê demê Serokê Amerîkayê Donald Trump neçar dibe ku berî encamdana êrişa leşkerî bo ser Îranê, rizamendiya Kongresa welatê xwe werbigre, daku lêçûnên şer jê re werin dabînkirin.
Projeyasaya Encûmena Nûneran a Amerîkayê di demekê de ye ku aloziyên di navbera îdareya Trump û Îranê de gihiştiye asteke bilind û Trump jî di daxuyaniya xwe ya herî dawî de hişyarî da rayedarên Îranê ku bi hişmendî reftar bikin, ji ber ku li gor gotina Trump rewşa welatê wan cîgir nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse