Hewlêr û Parîs dibin destexûşkên hev

12-07-2019
Ala Şalî
Ala Şalî
Şaredariyên Parîs û Hewlêrê rêkeftinekê bi hev re îmze dikin.
Şaredariyên Parîs û Hewlêrê rêkeftinekê bi hev re îmze dikin.
Nîşan Kurdistan Fransa Hewlêr Parîs Destexûşk Nêçîrvan Barzanî Ann Hidalgo
A+ A-

Parîs (Rûdaw) - Heftiya bihê şaredariyên Parîs û Hewlêrê dê rêkeftineke aborî û kulturî îmze bikin û herdu paytext dê bibin destxûşkên hev. Seroka Şaredariya Parîsê jî pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kir.

 

Seroka Şaredariya Parîsê Ann Hidalgo ku berî 3 mehan li Hewlêrê li gel Nêçîrvan Barzanî civiyabû, vê carê li Parîsê weke Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir. Ann Hidalgo di daxuyaniyekê de ji medyayan re got: “Ez du caran çûme Hewlêrê, ew rêkeftina ku em dê îmze bikin, ji bo me herdû aliyan baş dibe.”

 

Hidalgo herwiha rola Serok Barzanî û Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û got, xelkê Fransa spasiya Barzanî û Pêşmerge dikin.

 

Navenda Parîsê ku bêtir ji 2 milyon û 200 hezar nifûsa wê ye, mezintirîn bajarê Fransayê ye. Serokê Şaredariyê bi hilbijartinan tê diyarkirin û hakimê Parîsê ye û li gor protokolê, li gel wan serok û serkirdeyan dicive ku bi fermî bo Fransayê têne vexwandin.

 

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Ann Hidalgo sembolên Hewlêr û Parîsê weke diyarî pêşkêşî hev kirin.

 

Ann Hidalgo siyasetvaneka navdar a Fransayê ye ku bi esil Îspanyayî ye. Hidalgo sala 2014an weke Seroka Şaredariya Parîsê hatiye hilbijartin.

 

Seroka Şaredariya Parîsê çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û ji sala 2016an ve kar bo wê yekê dike ku Hewlêr û Parîs bibin du bajarên destexûşkên hev.

 

Seroka Şaredariya Parîsê, Ann Hidalgo piştî civîna bi Nêçîrvan Barzanî re got: “Gelek kêfxweş bûm ku îro min pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir, Ez dostê Kurd im û hevrêyeka nêzîk a Serokê Herêmê me. Me behsa rewşa niha kir, me behsa pêwnediya navbera Herêma Kurdistanê û Parîsê kir. Ez bixwe du caran min serdana Kurdistanê kiriye û hevahengiya me li gel Kurdistanê gelek baş e. Heftiya bihê rêkeftineke hevbeş a destexûşkiya navbera Parîs û Hewlêrê tê îmzekirin. Ev rêkeftineke herî giring e bo xelkê herdû aliyan.”

 

Biryar e heftiya bihê rêkeftineke hevahengî û karkirina bi hev re di navbera Hewlêr û Parîsê de bihê îmzekirin û Hewlêrê bi wê yekê dê bibe 55mîn destexûşka Parîsê.

 

Parîs, ji bilî ku navendeke giring a siyasî ya cîhanê ye, di aliyê asta giştî ya berhemanînê de jî mezintirîn bajarê aborî yê Ewropayê û pêncemîn bajarê mezin ê aborî li seranserê cîhanê ye.

 

Parîs herwiha bi bajarê model û bêhnan (etir) tê naskirin û salane ji ber cihên weke birca Eiffel û Muzexaneya Louvre û Katedrala Notre-Damê, zêdetirî 40 milyon geştyaran serdana wê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst