Brîtanya: Hejmara penaberan ji sedî 46 zêde bûye

12-06-2024
RÛDAW
Nîşan Penaber Brîtanya Rishi Sunak Rwanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li gorî amarên herî dawî yên Hikumeta Brîtanyayê, rêjeya çûna penaberan bi rêya Kanala Îngilîzê zêde bûye û heta niha 11 hezar penaber derbasî Brîtanyayê bûne.

Mijara penaberan pirsa germ a hilbijartinên Brîtanyayê ye.

Hikûmeta Brîtanyayayê ragihan ku ji destpêka îsal ve zêdetirî 11 hezar penaber bi Kanala Îngîlîzê re derbas bûne.

Li gorî amarên sala 2023yan îsal rêjeya derbasbûna penaberan ji sedî 46 zêde bûye.

Hikûmeta Brîtanyayê eşkere dike dê hejmareke penaberên neyasayî bişîne Rwandayê.

Partiya Parêzgaran a desthilatê ragihand ku meha bê, yekem karwanê şandina penaberan ji bo wî welatê Afrîkayê dest pê dike.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak li ser şandina penaberan a ji bo Rwandayê wiha got:

“Pêwîstiya me bi ewlehiya sînoran heye. Tiştê divê baweriya we pê were  ew e ku hikûmet biryarê dide kî bê nav welat ne komên tohmetbar.  

Divê hûn di hilbijartinê de deng bidin Partiya Muhafazakaran.

Yekem karwanê şandina penaberan jî ji bo Rwandayê meha Tîrmehê dest pê dike û ev jî yekem xala ragirtina diyardeya beleman e.”

Di 6 mehên sala 2023yan de tenê 7 hezar û 610 penaber çûbûn Brîtanyayê.

“Ev hejmareke rekor e“

Serokê Partiya Kar a Brîtanyayê Keir Starmer jî li ser plana şandina penaberan a ji bo Rwandayê wiha got:

“Tiştê ku ez nakim, xwemijûlkirin e bi lîstikên biçûk ên wekî bernameya Rwandayê.

Eger bi rastî serokwezîr di wê baweriyê de ye ew bername serkeftî dibe, berî bicihkirina wê bernameyê hilbijartin ranedigihand.

Tenê îsal 11 hezar kes bi beleman hatine welatê me, ev jî hejmareke rekor e.”

Li gorî rapirsiyan dengên Partiya Kar ji sedî 44 e

Hilbijartinên giştî yên Brîtanyayê dê 4ê Tîrmeha bên kirin.

Li gorî rapirsiya herî dawî tê pêşbînîkirin Partiya Kar a Brîtanyayê ku li dijî şandina penaberan a bo Rwandayê ye ji sedî 44ê dengan werdigire.

Li gorî encamên rapirsiyan Partiya Kar piştî 14 salan dê dawiyê li desthilatdariya Partiya Muhafazakaran bîne.

Li aliyê din tê pêşbînkirin Partiya Muhafazakaran jî ji sedî 25ê dengan bistîne û Partiya Reformxwaz jî ku partiyeke rastgir e û li hemberî penaberan e dê sedî 12ê dengan bi dest bixe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst