Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi wefat kir

12-06-2023
RÛDAW
Nîşan Îtalya Silvio Berlusconi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi di 86 saliya xwe de koça dawî kir.

Silvio Berlusconi di meha Gulanê de piştî 45 rojan ji dermankirina enfeksiyona pişikê hatibû derxistin û di 9ê Hezîranê de dîsan rakiribûn nexweşxaneyê.

Berlusconi di navbera salên 1994 û 2011an de serokwezîrtiya Îtalyayê kir û bo dema herî dirêj serokwezîrê wî welatî bû.

Silvio Berlusconi kî ye?

Di sala 1936an de li Mîlanoyê di malbateke çîna navîn de hatiye dinê. Bavê wî, Luigi Berlusconi, li bankê dixebitî û diya wî jina malê bû.

Ew serokê tevgera siyasî ya Forza Îtalytalyê bû, ku berî hilbijartinên giştî yên 1994an hat damezrandin. Di sala 1994an de demeke kurt (9 meh) serokwezîrtiya Îtalyayê kir.

Di sala 2001ê de dîsan wek Serokwezîrê Îtalyayê hat hilbijartin û hikûmeta wî ya duyemîn bû hikûmeta herî demdirêj a di dîroka komara Îtalyayê de.

Di 20ê Nîsana 2005an de ji ber têkçûna di hilbijartinên herêmî de û nakokiyên di nav kabîneyê de ragihand ku ew dê îstifa bike, lê di 23ê Nîsanê de bi kabîneyeke nû ku ji ya berê ne zêde cuda bû, dîsan bû serokwezîr.

Di Gulana 2006an de di hilbijartinan de li hember hevrikê xwe Romano Prodi bi ferqeke hindik têk çû û dema wî ya serokwezîrtiyê bi dawî bû.

Di sala 2012 de, kovara Forbes ragihand ku Berlusconi xwediyê 5.9 milyar dolar e û 6emîn zilamê herî dewlemend ê Îtalyayê ye. Berlusconi di TV, rojname, weşan, sînema, sektora bankê, sîgorte û werzişê de xwediyê sermayeyên girîng e.

Silvio Berlusconi serokê berê yê klûba futbolê ya navdar a AC Milan bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst