Swêdê ji bo hinardeya çekan merc danî pêşberî Tirkiyê

12-06-2022
RÛDAW
Nîşan Swêd Ann Linde Tirkiye NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde şertekî welatê xwe ji Tirkiyê re aşkere kir û ragihand, eger Tirkiye rê bide welatê wê ku bibe endamê NATOyê, dê firotina çekan bo Enqerê were pejirandin.

Ann Linde ku ji kanala STV a welatê xwe re diaxivî, li ser pirsa gelo dê ambargoya çekan a li dijî Tirkiyê bê rakirin an na, amaje bi wê yekê kir ku divê beriya her tiştî Enqere ji bo vê yekê daxwaza Swêdê ya bo “endamtiya NATO'yê” qebûl bike.

Linde got, “Em welatek in ku li cîhanê rêkarên herî tund ên hinardekirina (îxracata) çekan lê heye. Ji xeynî gelek pîvanên ku divê di qanûnê de bêne şopandin, di heman demê de mijarên girêdayî nirxandina siyaseta derve, parastin û ewlehiyê ya Swêdê jî hene. Ger em bibin endamê NATOyê dê ev jî biguhere.”

Wezîra Derve ya Swêdê diyar kir, welatê wê dê beşdarî dabînkirina ewlekariya temam a NATOyê, Tirkiye jî di nav de, bibe.

Ann Linde, da zanîn ku hikûmeta Swêdê PKKê weke “rêxistina terorê” pênase kiriye û diyar kir ku welatê wê di nava 30 salên dawî de di têkoşîna li dijî terorê de yek ji wan welatên xwedî rêkarên herî tund e.

Linde ragihand ku welatê wê çekan ji bo wan koman naşîne ku Tirkiye wan weke “rêxistinên terorîst” dibîne.

Rayedarên hikûmeta Swêdê pêştir li ser nerazîbûnên Tirkiyê ku Stokholm bi piştgirîkirina PKK û terorê tohmetbar dikir, daxuyanî dabûn û gotibûn, “Ji bilî Tirkiyê, Swêd yekemîn welat bûye li cîhanê ku PKK weke rêxistineke terorîstî nas kiriye.”

Ji aliyê din ve, berpirsên Finlandayê ragihandine ku heta niha daxwaza Tirkiyê ya radestkirina kesên ku tê gotin ser bi PKK û grûpa Gulen in, nehatine qebûlkirin.

Saziya Weşana Giştî ya Finlandayê (Yle) ragihandiye Finlanda razî nebûye kesên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine xwestin, radestî wan bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst