Nêrînên Kurdan li ser hilbijartinên Fransayê

12-06-2022
Ala Şalî
Ala Şalî
Nêrînên Kurdan li ser hilbijartinên Fransayê
Nêrînên Kurdan li ser hilbijartinên Fransayê
Nîşan Hilbijartinên Fransayê Kurdên Dîasporayê
A+ A-

Parîs (Rûdaw) - Li Fransayê îro Yekşemê 12ê Hezîrana 2022an heşt hefte piştî hilbijartinên serokomariya Fransayê, Kurdên li derveyî welêt û Fransî ji bo beşdariya gera yekem a hilbijartinên Parlamentoya Fransayê careke din diçin ser sindoqan. Gera duyemîn wê piştî hefteyekê bê lidarxistin.

Roger Budak ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye û ev 35 sal in li Fransayê ye, xwe amade dike ku dengê xwe bide partiya Macron.

Roger Budak ê ji Bakurê Kurdistanê got, “Ji bo berjewendiyên Kurd û Kurdistanê kîjan baş be em ber bi wan ve diçin, dengê xwe didine wan. Em hêvîdar in ku poşman nabin. Bi rastî Macron ji bo Kurdan ne însanekî xirab e, em wî baş dibînin. Em jê re dixebitin.”

Nirxandina Ridwan ji bo partiyan cuda ye, behsa partiyên ku kevirê bingehîn ji bo pêwendiyên Fransa û Kurdistanê li Fransayê danîne dike. Ridwan diyar kir ku Jean-Luc Mélenchon di xwepêşandanan de piştgiriya Kurdan kiriye, ji ber vê yekê koalîsyona çep dengê Ridwan misoger kiriye.

Ridwan ê ku di beşa derhêneriyê de xwendekar e anî ziman, “Macron ji xwe gelek tişt bi dest xistine, serokkomarî biriye heger parlamenteran jî bibe dê monopol bibe. Daxwaza min ew e ku serokwezîr Jean-Luc Mélenchon bibe. Hem ji bo hêzeke alîkariya Kurdan bike, hem jî ji bo destên partiyên sosyalîst bi hêz bibe.”

Heta niha li ser hejmara Kurdên li Fransayê ti amarên fermî nînin lê tê texmînkirin ku nêzîkî 300 hezar Kurd li Fransayê dijîn ku nêzîkî nîvê wan mafê dengdanê hene. Gelek ji wan xelkê Bakurê Kurdistanê ne ku dengên xwe didin lîsteyên çep û sosyalîst.

Mamoste Nesrîn Ozbingol anî ziman, “Dengê Kurdan jî pir girîng in û ên Fransayê jî girîng e, ji ber ku ez li Fransayê dijîm, Parlamentoya Fransayê ji bo min pir girîng e. Ew ên werin hilbijartin ji bo Kurd û Kurdistanê pir girîng in ku çawa li meseleya Kurdan dinêrin.”

Gera yekem a hilbijartinên Parlamentoya Fransayê îro tê lidarxistin û gera duyem jî dê di 19ê Hezîranê de bê lidarxistin. Li gorî rapirsiyên dawî, ji sedî 28ê dengan dê ji partiya Macron re, ji sedî 26 ji bo Koalîsyona Çep û ji sedî 20 jî ji partiya Marine Le Pen re biçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst