Li Parîsê çend kes rehîne hatin girtin

Navenda Nûçeyan – Li Parîs a paytexta Fransayê, kesekî çend kes rehîne girtine û polîsê Parîsê jî dibêje, operasyonek bo kontrolkirina rewşê daye destpêkirin.

 

Li gorî polîsê Parîsê, kesek ku guman tê kirin çekdar be, li navenda bajarê Parîsê 2 kes bi rehîne girtine, ku yek ji wan rehîneyan jineke ducanî ye.

 

Bûyer di taxa Dehem a li bakurê bajarê Parîsê qewimiye.

 

Li gorî hin medyayên Fransî jî, kesê rehînegir îdia kiriye, ku bombek pê re heye.

 

Herwiha polîsê Parîsê hejmara hêzên xwe li derdora cihê bûyerê zêde kiriye û tedbîrên tund ên ewekariyê wergirtiye, herwiha hêzên polîs cadeyên nêzîkî cihê bûyerê li ser hatinûçûnê daxistine.

 

Televîzoyna Euronewsê jî ragihandiye, kesê rehînegir daxwaz pêwendiyê bi Balyozxaneya Îranê ya li Parîsê re kiriye.

 

Li gorî heman çavkaniyê, wî kesî gotiye, ew dixwaze bi rêya rayedarên Balyozxaneya Îranê, peyameke nivîskî bigihîne destê rayedarên hikûmeta Fransayê.

 

Polîsê Parîsê herwiha rewşa bûyera rehînegirtinê weke nezelal bi nav kiriye û diyar kiriye, li ser terorîstîbûna bûyerê hêj ti belge di ber dest de nînin.