Li bajarê Hannoverê konferanseke taybet: Mijar nasnameya Êzidiyan e

12-05-2024
Îbrahîm Kuş bû mêhvanê Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îbrahîm Kuş bû mêhvanê Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Diyaspora Îbrahîm Kuş Hannover Konferans
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li bajarê Hannoverê yê Almanyayê li ser nasnameya Êzidiyan konferanseke taybet tê sazkirin.

Konferans ji aliyê Civata Akademîsyenên Êzidî ve tê lidarxistin Berpirsê Saziya Civata Akademîsyenên Êzidî Îbrahîm Kuş yek ji organîzatorên konferansê ye.

Îbrahîm Kuş beşdarî bernameya Diyasporayê bû û derbarê konferansê agahî dan.

Îbrahîm Kuş got, konferans şeşemîn konferansa Êzdiyan e ku li bajarê Hannoverê yê Almanyayê tê lidarxistin.

“Em dixwazin bibin platforma bersiva pirsên wan”

Îbrahîm Kuş li ser armancên Civata Akademîsyenên Êzidî wiha got:

“Di nava civakê de gelek guherîn çêdibin û raman û armanc diguherin, herwiha li ser nasname û olê pirsgirêk çêdibin, xasma di nav çîna ciwanan de.

Em wekî Civata Akademîsyenên Êzidî dixwazin bibin platforma bersiva pirsên wan û herwisa pirsgirêkên ku di civaka Êzidî de çêbûne çareser bikin."

“Êzidî kî ne û çawa heta vêga mane?”

Îbrahîm Kuş bal kişand komjkujiyên ku Kurdên Êzidî rastî wan hatine û anî zimên:

"Êzdiyên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê di tevahiya dîrokê de bi qirkirin û komkujiyan re rû bi rû mane lê wan ji bo mayîna xwe gelekî hewl da û wan cefa kişandine.

Lê dema ku ciwanên me tên diyasporayê, ger ji wan re neyê zelalkirin ku ew di çi qonaxên ne xweş re derbas bûne da ku bimînin, wê demê li vir bi nemana spî re rû bi rû dimînin û xwe ji bîr dikin.

Loma bi nêrîna min, ev metirsî ji metirsiya ku bi rêya fermanan tê ser civaka Êzidî mezintir e.

Lewra armanca me ew e ku em ji wan re bibêjin û di hişê wan de bi cih bikin ka ‘Êzidî kî ne û çawa heta vêga mane?’ û ji bo ku nasnameya xwe ji bîr nekin."

Komîteya amadekar a Civata Akademîsyenên Êzidî ev heft meh in amadehiya sazkirina vê konferansê dike û gelek kesayet û herwiha nêzîkî 300 akademîsyen û lêkolînerî hatine vexwendin.

Armanca sereke, li cîhanê nexasim jî li diyasporayê ye parastina nasnameya Êzdiyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst