Kongresa Amerîkayê projeyasayekê li dijî Sûriyê amade dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kongresa Amerîkayê projeyasayek ji bo rêgirtina asayîkirina peywendiyan bi Hikûmeta Sûriyê re tê amadekirin.

Grûpek ji endamên Kongresa Amerîkayê yê ser bi partiyên Komarî û Demokrat, projeyasayek amade kirine da ku rê li ber hikûmeta welatê xwe bigirin û peywendiyan li gel Sûriyê asayî neke.

Projeyasa her wiha armanc dike destê Washingtonê dirêjtir bike ji bo sepandina cezayên zêdetir li ser Şamê, ev jî wek pêngaveke hişyarkirinê ye ji bo wan welatên ku peywendiyên xwe bi Hikûmeta Sûriyê re asayî kirine.

Projeyasa ya Kongresa Amerîkayê rê dide Amerîka ku yasaya qeyser berfirehtir bike û ji aliyê Serokê Komîteya Karûbarên Peywendiyên Derve ya Encûmena Nûneran Welsun Mikel Meckol, her wiha endamê Encûmena Nûneran Brendin Boyel û hevserokê beşa Sûriyeya azad û aram û çend endamên din ên Kongresê tê amadekirin.