Dadgeha Ewropa ji ber Qibrisê Tirkiye mehkûm kir

12-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Strazburg (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber “dagîrkirina” Qibrisê ya 1974an biryar da ku Tirkiye 90 milyon euroyê bide Qibrisê.

Hikûmeta Qibrisa Rûm, Tirkiy bi dagîrkirina Bakûrê Qibrisê tohmetbar kiribû û ji ber wê jî serî li dadgeha DMMEê dabû.

DMMEê ji ber serlêdana birêvebiriya Rûm a Qibrisê ya 1994an, biryar da ku Tirkiye ji ber dagîrkirina Qibrisê ya 1974an 90 milyon euroyê wek qerebû bide wî welatî.  

Li gor biryarê dê 30 milyon euro ji wî pereyî bidin malbatên kesên ku piştî êrişa hêzên Tirkiyê winda bibûn, 60 milyon euro jî dê bidin Rûmên ku li nîvgirava Karpazê ya li Qibrisa Bakûr dimînin. 

Birêvebiriya rûman bi hinceta ku piştî êrişa 1974an,1491 welatiyên rûm winda bibûn û 21 welatiyên rûm jî neçar mabûn dest ji cihên xwe berdin, doz vekiribû. 

DMMEê di sala 1996an de dest bi dîtina dozê kir û di sala 2001an de biryar da ku Tirkiyê di êrişê de 11 madeyên cuda yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.

Lê belê hukmê cezayê yê beşa tezmînatê de taloq kiribû. Li ser vê yekê birêvebiriya rûm a Qibrisê di sala 2011an de dîsa serî li dadgehê da ku beşa tezmînata madî û manewî bê dîtin. 

Bi vê biryarê DMMEê di dozeke navneteweyî de cara ewil cezayê tezmînatê da Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst