Hunermend û boksora Alman: Wateya ku ez lê digeriyam min di Quranê de dît

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend û boksora naskirî ya Alman Hanna Hansenê ji Rûdawê re behsa çîroka Misilmanbûna xwe kir.

Hanna Hansenê da zanîn, “Wateya li hemû cihanê ez lê digeriyam min di nava pirtûkekê de dît.”

Hanna Hansen hunermend û werzişvana boksê ye û ji Almanyayê ye.

Ew 5 salan hem li seranserî Almanyayê hem jî li ser asta cîhanê bûye Şampiyona Kickboksê.

Hanna Hansenê li ser guhertina dînê xwe got:

“Min beriya 3 salan dînê xwe guherand. Di destpêkê de ji bo min gelekî zehmet bû ku yekperestiyê di dilê xwe de bi cih bikim.

Min bawerî bi Xweda anî ku tekane kesê hêjayî perestinê ye. Herwiha min bawerî bi pêxember Mihemed anî. Silavên Xweda li ser wî bin. Ez ji Îslamê hez dikim. Ez ji wî dînî pir hez dikim.

Ez ji hîcabê dûr im. Ez niha nikarim bifikirim ku serê xwe bigirim. Di dema xwe de şêxe min ji min re gotibû,her tiştek di dema xwe de. Eger bi zorê bûya min hîcab nedikir û min ev Xwedaperestî jî nedikir.”

Li bajarê Vuppertallê li Beşa Zanistên Îslamî hinek xwendekar û Hanna Hansenê li cem Prof. Dr. Emîr Zêdan dixwînin.

“Hanna Hansen dixwaze Îslamê bi rêya zanistê nas bike”

Prof. Dr. Emîr Zêdan jî li ser çîroka Misilmanbûna Hanna Hansenê wiha got:

“Min Hanna Hansenê di destpêka vê salê de nas kir. Em li çalakiyekê bûn. Min berê ew nas nedikir. Eleqeya min ne li ser boksa jinan ne jî li ser a mêran hebû.

Dema min ew dît hinek peyv û gotin bi kar anîn û behsa Îslamê kir. Min ferq kir ku Îslamê nas dike. Min nedizanî ew çawa ye û me hev nas nedikir û me nepirsî ew kî ye li vir rûniştiye.

Piştre min çend vîdeoyên hevdîtinên me dîtin. Wê demê ji min re zelal bû bê ka ez bi kê re rûniştime. Ji wê demê ve pêwendiyên me yên bihêz hene.

Ew dixwaze bixwîne û zanyariyên xwe zêdetir bike û bi rêya zanistê bersiva her pirsekê bide. Ji ber wê jî wekî xwendekarekê hatiye beşa me.”

Hanna Hansenê da zanîn ku dema ew li dû wateya jiyanê bû wê dînê Îslamê nas kir û wiha dewam kir:

“Çîrokeke min a gelekî dirêj heye. Ez demeke dûr û dirêj li dû naskirina wateya jiyanê digeriyam.

Pirsa min ew bû ev hemû ji bo çi ye? Divê wateyek hebe, hemû tiştekî ku em dibînin wateya xwe heye. Qelem wateya xwe heye.

Ew bêyî mebestekê li wir nîne. Belkî ew jî wateyeke wê heye. Em jî wekî mirov divê wateyekê parve bikin. Eger nekin her tişt bêwate dibe.”

“Wateya ez lê digeriyam min di Quranê de dît”

Hanna Hansenê di berdewamiyê jî de behsa danûstandina xwe ya bi dînên din re jî kir got:

“Min di dilê xwe de valahî dît. Min temaşeyî dînan dikir. Min temaşeyî Hinduîzmê kir, min Încîl xwend. Min Xirîstiyanî xwend. Di Xiristiyanê de ji min re merasîma pakbûnê hat kirin.

Dayik û bavên min gelekî bawermend nebûn lê wan ji min re merasîmek saz kir. Min ji ser Amazonê ji xwe re Quranek kirî.

Min Fatîhe û Beqera xwend. Bêyî ku bi başî jê fam bikim min hest di nava risteyan de germahî û şêrîniyê kir. Spas ji bo Xweda. Ez gihiştimê cihê hatiye armanckirin.

Wateya li hemû cîhanê ez lê digeriyam min di nava pirtûkekê de dît. Ev jî ne pirtûkeke asayî bû. Gotinên Xweda bûn.”

Hanna Hansen beşdarî kampanyayên alîkariya mirovî yên ji bo zarokên Efrîqayê jî dibe.

Herwiha ew di hesabên xwe yên torên civakî de li ser Îslam û Quranê vîdeoyan jî belav dike.

Ew dixwaze Îslamê bi awayekî rast û durist li nava civaka Almanyayê belav bike.