Çînê ji Rûdawê re got: Em êrişa Îsraîlê şermezar dikin

12-04-2024
Nîşan Çîn Îsraîl Îran Êriş Şermezarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Em êrişa Îsraîlê ya li ser Konsulxaneya Îranê şermezar dikin.”

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di vê êrişê de du general jî di nav de, ji hêzên ewlehiyê yên Îranê 7 kes hatibûn kuştin.

Herwiha 6 welatiyên Sûriyeyê jî canê xwe ji dest dabû.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Pekînê Mehdî Ferec bi rêya e-mailekê helwesta Çînê ya li ser mijarê pirsî.

Wezareta Karên Derve ya Çînê, pirsa Rûdawê ya bi şiklê “Ji bo li Rojhilata Navîn eniyeke nû ya şer venebe hûn dikarin çi bikin?” wiha bersivand:

“Em hêvîdar in ku hemû alî ji bo kêmkirina aloziyan û normalbûna rewşê bi hev re bixebitin.”

“Pêwîst e demildest agirbest were ragihandin”

Wezareta Karên Derve ya Çînê da zanîn ku piraniya aloziyên dawiyê yên li Rojhilata Navîn encamên şerê li Xezeyê ne û divê li Xezeyê rewş normal bibe û pê de çû:

“Pêwîst e li Xezeyê demildest agirbest were ragihandin û ji bo parastian sivîlan û rêlibergirtina karesateke mirovî şer were rawestandin.”

Wezareta Karên Derve ya Çînê di berdewamiya peyama xwe de got ku Çîn ji bo çareserbûna pirsgirêkên li Rojhilata Navîn roleke çêker digerîne û hewl dide rewş aram bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst