Li Rûsya û Qazaxistanê lehî: Herî kêm 130 hezar kes koçber bûn

12-04-2024
Lehiya li Rûsyayê / Wêne: TASS
Lehiya li Rûsyayê / Wêne: TASS
Nîşan Rûsya Qazaxistan Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rûsya û Qazaxistanê ji ber lehiyê herî kêm 130 kes ji cih û warên xwe bûn û ketin ser rêyên koçê.

Xeyn ji lehiyê, zêdebûna ava Çemê Uralê jî ji bo şêniyên li herêma bûye sedema pirsgirêkan.

Helîna berfa Sibîryayê jî asta ava Uralê nêzîkî 10 metreyan bilind kiriye.

Vê yekê jî rê li ber lehiyên boştir û bibandortir vekiriye.

Şêniyê bi navê İwri Stipaninko jî diyar kir ku ew dê bar bikin û got:

“Îşev hevjîna xwe ji vê derê dibim û sibê jî bixwe diçim. Em tiştên pêwîst bi xwe re dibin.”

Lehî xeyn ji koçberbûnê bûye sedema gelek xisarên din jî.

Li Rûsya û Qazaxistanê piştî lehiyê nêzîkî 600 hezar xaniyî rûxiyane yan jî zerer dîtiye.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî destnîşan kir ku ew dê berê xaniyan ava bikin û got:

“Berî her tiştî pêwîst e em li çêkirina xaniyan bifikirin, piştre bê guman em dê jêrxaneyê jî ava bikin."

Çemê Uralê di navbera Rûsya û Qazaxistanê de diherike, dirêjahiya wî 2 hezar û 428 kîlometre ye û diherike nav Deryaya Hezerê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst