Amerîka: Me hişyariyeke zelal da Îranê

12-04-2024
Nîşan Amerîka Îran Îsraîl Êriş Hişyarî
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Matthew Miller got, “Me bi awayekî zelal ji Îranê re got ku divê girjî zêde nebin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna xwe ya rojane ya rojnamegeriyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

Matthew Miller ragihand ku ew li beramberî gefên Îranê piştgiriyeke xurt didin Îsraîlê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku ew ji ber egere zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn dilgiran in.

Matthew Miller diyar kir ku ew ji ber gefên Îranê yên li ser Îsraîlê jî dilgiran in û got:

“Zêdekirina aloziyan ne di berjewendiya Îran, herêm û cîhanê de ye.”

1ê Nîsanê êrişî Konsulxaneya Îranê ya Şamê hatibû kirin.

Di vê êrişê de du general jî di nav de, ji hêzên ewlehiyê yên Îranê 7 kes hatibûn kuştin.

Herwiha 6 welatiyên Sûriyeyê jî canê xwe ji dest dabû.

Îran dibêje ku destê Amerîkayê jî di vê êrişê de heye.

“Em ne parçeyekî vê êrişê bûn”

Matthew Miller derbarê van angaştên Îranê wiha axivî:

“Îranê hinek angaştên bêbingeh derxistin holê û got ku Amerîka parçeyekî wê êrişa li ser Konsulxaneya Îranê ye.

Ev ne rast e, em ne parçeyekî vê êrişê bûn û li ser vê mijarê ti agahiyên me nebûn.”

Matthew Miller herwiha ragihand ku ew qebûl nakin Îran vê êrişê bike hincet û êrişî hêzên wan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst