Şervanê YPGê yê berê dîl kete destê hêzên Rûsyayê

12-04-2022
RÛDAW
Nîşan YPG Şervan Aiden Aslin Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin şervanê YPGê yê berê û welatiya Brîtanî Aiden Aslin ku berê bi awayekî xwebexş di nava refên YPGê de li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê şer kiribû û piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê berê xwe dabû wî welatî û bi artêşa Ukraynayê re tevlî şerê li dijî artêşa Rûsyayê bûbû, li bajarê Mariupol di encama dorpêçeke tund û nemana çek û cebilxaneyê de, "dîl ketiye destê hêzên Rûsyayê".

Şervanê berê yê YPGê Aiden Aslin weke şervanekî xwebexş tevlî hêzên Ukrayanyê bûbû û li bajarê Mariupol ê li başûrê Ukraynayê li dijî Rûsyayê şer dikir.

Rojnamevana kanala BBC Emma Vardy ragihandiye, "Aidin Aslin û leşkerên pê re ji ber ku erzaq û cebilxaneyên wan qediyane neçar mane ku teslîm bibin. Hat diyarkirin ku Aslin li diya xwe geriyaye û rewş vegotiye."

Rojnamevanê Brîtanî Jake Hanrahan jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneyê Aslin yê dema ku li Rojavayê Kurdistanê bûye parve kiriye û gotiye, "Aiden dê bibe dîltekî şer ê Rûsyayê. Malbata wî qebûl dike ku ev agahî li her derê bê parvekirin. Ji kerema xwe re parve bikin. Ew heval û hezkiriyekî Rojhilata Navîn e. Berê li Sûriyê bi YPGê re li dijî DAIŞê şer kiriye."

 

 

Aiden Aslin xelkê Nottinghamshire a Brîtanyayê û 28 salî ye, û ji bo li dijî DAIŞê şer bike di sala 2015an de serdana Rojavayê Kurdistanê kir û tevlî nava refên YPGê bû.

Aslin, wê demê perestarekî 22 salî bû dema ku vegeriya Brîtanyayê hat girtin. Lê Aslin ku ji ber vê sedemê nehat darizandin, piştre çû Ukraynayê.

Ji sala 2018an ve Aiden Aslin tevlî refên marînzên (hêzên deryayî) Ukraynayê bûye û pişî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê, ligel serbazên Ukraynî şerê artêşa Rûsyayê dike.

Pêştir Aiden Aslin vîdyoyeke xwe li bajarê Mariupolê belav kiribû û ragihandibû, Rûsya berdewam cihên sivîl bordûman dike û tekez kiribû, ew her roj bi çavê xwe qurbaniyên sivîl ên şer dibîne.

Şervanên berê yê YPGê di wê vîdyoya xwe de îdia kiribû ku Rûs li şûna hedefên leşkerî sivîlan dikin armanc û destnîşan kir: “Hêzên Rûsyayê herêmên sivîlan ên ku em ne lê ne jî hedef digirin. Min bi xwe lê temaşe kir. Min dît ku roket avêtin wesayîtên sivîl û ev jî artêşa Rûsyayê ye. Heke ew bi qasî ku dibêjin profesyonel bin, ew dizanin ku kî dikin hedef.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst