Hêzên Rûsya li Mariupol ber bi pêş ve diçin

12-04-2022
RÛDAW
Eger heye di çend rojên pêşiya me de çarenûsa Mariupol yak alî bibe
Eger heye di çend rojên pêşiya me de çarenûsa Mariupol yak alî bibe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên ser bi Rûsya ve, bi tankên xwe li derdora bajarê Maryopola Ukrayna dizîvirin. Mariupol ji sê aliyan ve hatiye dorpêçkirin, beşê ku di destê Ukrayna de maye, kêmtirî 70 kîlometreyên ducar e.

Serbazên Ukrayna xwe amade dikin, wî beşê bajarê xwe ji êrişa Rûsya biparêzin. Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê dibêje ew di amadebaşiyê de ne û wan ziyaneke mezin gihandiye artêşa Ukrayna.

Çekdarên ser bi Rûsya bi tankên xwe ve li derdûra bajarê Mariupol Ukrayna ne û ber bi wan taxan ve diçin ku ev çend roj in ji destê artêşa Ukrayna hatine derxistin.

Çekdarên komara nenaskirî ya Donetsk, li hinek taxan ber bi pêşve çûne.

Çekdarê Donetskê Vladislav Usovich dibêje: “Em hatine vir şer bikin, ez weke xwebexş, ev çend roj in li vir im û rojane em pêşve diçin.”

Artêşa Ukrayna hinekê ber bi paşve çûye. Mariupol ku ji sê aliyan ve hatiye dorpêşkirine, niha kêmtirî 70 kîlometre duca  di destê artêşa Ukrayna de maye.

Serbazên Ukrayna xwe amade dikin, bo wê beşê bajarê xwe ji êrişa berfireha Rûsya biparêzin.

Bereveniya Rûsya dibêje, sîstemeke S-300 a Ukraynî û çend sîstemên berevaniyê yên din li başûrê wî welatî têkşikandine.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Igor Konashenkov dibêje: “Hêzên me ji deryayê ve bi mûşekên Kaliber sîstemeke S-300 li başûrê Ukrayna li derdûra Dînîper têkşikandine; Êrişên me yên asmanî zêdetirî 78 armancên serbaziyên Ukrayna têkşikandine.”

Eger heye di çend rojên pêşiya me de çarenûsa Mariupol yak alî bibe, ku egerek zêde heye bi keve jêr kontrula Rûsyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst