Koreya Bakur tedbîrên rûbirûbûya koronayê tundtir dike

12-04-2020
RÛDAW
Nîşan Koreya Bakur Kim Jong Un Korona Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Koreya Bakur, tedbîrên herî dijwar li dijî vîrusa Koronayê ragihandine, lê ew bi xwe bêyî bikaranîna mask û lepikan ligel berpirsên welatê xwe civiyaye.

Medyaya fermî ya Koreya Bakur çend wêneyên Rêberê Bilind ê welat Kim Jong Un belav kirine û ragihandiye ku ew beşdarî civîna polîtburoya partiya xwe bûye.

Di civînê de Kim Jong jî di nav de ti beşdarvanekî mask û lepik bikar neanîne, hevdem beşdarvan li tenişt hev rûniştine û mesafeya civakî liber çav negirtine.

Belavbûna van wêneyên civîna Kim Jong Un ligel berpirsên welatê xwe di demekê de ye ku berê hikûmeta Koreya Bakur tedbîrên gelekî dijwar li dijî vîrusa Koronayê wergirtibûn, daxwaz ji xelkê welatê xwe kiriye pêbendê rênmayiyên tendirûstî bin û xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin,

Her dawiya hefteya derbasbûyî, medya fermî ya wî welatî dîmenekî vîdeoyî yê Kim Jong Un di dema temaşekirina manovrayeke serbazî ya welatê xwe de belav kiribû.

Heta niha Koreya Bakur înkar dike ku kesek li wî welatî bi vîrusa Koronayê ketibe, lê Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî dibêje, li wî welatî zêdeyî 700 kesan bi vîrusa Koronayê ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst