Hişyariya Pizîşkekî Çînî: Eger heye korona ji cenga cîhanî zêdetir xelkê bikuje

Hewlêr (Rûdaw) - Pizîşkekî Çînî ku rêveberê nexweşxaneyeke demkî ya bajarê Wuhanê bû, tekez dike ku divê li beramber koronayê xemsarî neyê kirin û dibêje, eger heye vîrusa koronayê bi qasî cenga cîhanî ya yekem û duyem xelkê bikuje.

Rêveberê Nexweşxaneya Leishenshan Wang Xinghuan behsa sedemeke bilez belavbûna vîrusa koronayê dike û dibêje, li gelek cihan rê tê dayîn ku kesên bi koronayê ketine biçin malê û bo xwe çareseriyê werbigirin, lê ev şikestineke mezin e. Dr. Xinghuan dibêje, tişta New York dike şaş e ku nahêlin bi neçarî maskeyê bikar bînin û dide zanîn ku pizîşkekî New Yorkî jêre gotiye, ev cudahiya kulturê ye.

Pizîşkê Çînê diyar dike ku ti peywendiya vê mijarê bi kulturê ve nîne, lê bingeha zanistî dibêje divê mask bo xweparastinê were bikaranîn.

Dr. Xinghuan desthilatdarên Amerîkî rexne dike û dibêje, wek pêwîst rênmayiya xelkê nekirine daku di malên xwe de bimînin û qedexeya çûn û hatinê jî baş cîbicîh nekirine. Herwiha dibêje sedemeke bilez a belavbûna Coronayê jî ew e ku xelk pêbendê rênmayiyan nabin.

Rêveberê Nexweşxaneya Leishenshan Wang Xinghuan wiha axivî: “Ev nexweşiya vegir dibe ji cenga cîhanî ya yekem û duyem zêdetir xelkê bikuje. Gelekî metirsîdar e. Di vê rewşê de gelekî bêaqilî ye siyasetmedar tenê li bernameyên xwe yên siyasî bifikirin û jiyana xelkê normal paşguh bixin, derbarê kêşeya maskeyan de, ku ligel pizîşkên New Yorkê axifîm, pizîşkekî got ev cudahiya kulturî ye ku maskeyê bikar nayînin. Televizyona Phoenix a Hong Kongê heman pirs ji min kir, lê ti peywendiya vê bi kulturê ve nîne. Hinek bingehên zanistî hene bo bikaranîna maskeyê ji bo xweparastinê. Gelekî jî îtîraf pê hatiye kirin.

Em destpêkê li Wuhanê rûbirûyê şikestinekê bûn. Ew jî şandina wan kesên pê ketibûn bo malê bû. Hinek ji wayên nîşanên wan sivik bûn, rê hat dayîn biçin malê, lê piştre me zanî ku ev şikestineke mezin bû. Piştre fikra çêkirina nexweşxaneya demkî bow ê yekê bû ewên nîşanên nexweşiya wan sivik in li wir bên razandin.”