Siûdî: Zêdetirî 500 çekdarên Hûsî hatine kuştin

12-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Êrîşeke çekdarên Hûsiyan li bajarê Edenê hat têkbirin û Siûdiyê dibêje bi sedan çekdarên wê tevgerê heta niha hatine kuştin.

 

Çavkaniyekê ji Wezareta Bergiriyê ya Siûdiyê ragihand ku ji dema operasyonên asmanî li dijî Hûsiyan destpêkirine û heta niha zêdetirî 500 çekdarên Hûsî li navçeryên sînorî yên di navbera Yemen û başûrê Siûdiyê de hatine kuştin.

 

Li gor Artêşa Siûdiyê, heta niha 6 leşkerên wan li ser sînorê Yemenê hatine kuştin, ji wan 3 leşker duhî di encama ketina topeke Hûsiyan de hatibûn kuştin.

 

Li aliyê din, çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku hêzên komîteyên bergiriya milî yên alîgirên Serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî, êrişeke çekdarên Hûsiyan li ser parzûngeheke petrolê li bajarê Edenê têk birin.

 

Li gor heman çavkaniyan, di encama wê êrişê de 8 çekdarên Hûsî hatin kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûn.

 

Li navçeya Rahîde ya ser bi parêzgeha Tehizê jî, di kemînekê de hêzên bergiriya milî 5 çekdarên Hûsî kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst