Jinek zilamekî wek kûçik li pey xwe digerîne!!

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li yek ji cadeyên paytexta Brîtaniya, Londonê dîmeneke sosret çêbû ku xelk pê man matemayî.

Duh, 11.04.2014, li Londonê jinek li ser cadeyê dimeşiya û qehweya xwe bi bênferehî vedixwar û di destê wê de jî werîsek hebû, lê li şûna ku ew werîs yê kûçkekî be, ew werîs xistibû stûyê zilamekî û ew li pey xwe kaş dikir.

Li gor rojnameya The Independent, ew zilam mîna kûçikan birêve diçû û jinê jî bi awayekî normal reftar pê re dikir, mîna ku kûçikê wê pê re ye.

Dibe ku ev dîmen, rêklam be yan jî wê jin û zilamê ku xwe xistiye kûçik xwestine ku bala xelkê bikşînin ser xwe, lê heta rastiya bûyerê derneketiye holê.