Ji bo ku ji birçîbûnê nemirin kuliyan dixwin

Hewlêr (Rûdaw) - Sudaniyên di nav şer û xelayê de ne ji bo ku ji birçîbûnê nemirin kuliyan dixwin.

Li Sudanê qasî salekê ye şerê naxweyî berdewdewam dike.

Sudaniyên di nav şer û xelayê de ne ji bo ku ji birçîbûnê nemrin kuliyan dixwin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya bi navê Al Najat Charity a ku navenda wê li Kuweytê ye li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmenên Sudaniyên ku ji ber şerê navxweyî bûne penaber weşand.

Hat diyarkirin ku hin malbatên Sudanî yên ku ji ber şer reviyane û li çolan di konan da dijîn nikarin xwarinê peyda bikin.

Ev malbatên bi birçîbûnê re rûbirû mane ji bo ku bijîn neçar mane ku kuliyan bixwin.