Civîna çaralî; Tirkiye, Sûriye, Îran û Rûsya dicivin

12-03-2023
Hisên Omer
Cîgirên Wezîrên Derve yên Sûriyê, Tirkiyê, Îran û Rûsya dicivin
Cîgirên Wezîrên Derve yên Sûriyê, Tirkiyê, Îran û Rûsya dicivin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e cîgirên wezîrên derve yên her çar welatên Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê, li Wezareta Derve ya Rûsyayê di nava vê heftiyê de bicivin. Ji bo yekemîn car Îranê dê bi fermî di civînên navbera berpirsên Sûrî û Tirk de beşdar bibin.

Moskow xwe ji pêşwazîkirina civîneke girîng derbarê Sûriyê de amade dike. Biryar e cîgirên wezîrên derve yên her çar welatên Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê, li Wezareta Derve ya Rûsyayê di nava vê heftiyê de bicivin û amadekariyê ji bo civîna li ser asta wezîrên derve bikin.

Ji bo yekemîn car Îranê dê bi fermî di civînên di navbera berpirsên Sûrî û Tirk de beşdar bibin.

Endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî  Nîzar Mûsa ji bernameya ÇAvê Sêyem a radioya Rûdawê re got beşdariya Îranê lezkirina dosyeya lihevkirinê ye.

Rêveberê Saziya Kurd Bêsînor Kadar Pîrê ji heman bernameya radioya Rûdawê re got, berhewendiya Tirkiyê û Sûriyê di lihevkirinê de heye ku di serî de dijatiya Kurd e.

Li gor çavkaniyên Rûsî, her di naverasta vê meha adarê de, Serokê Sûriyê Beşar Esed dê serdana Moskowê bike. Serokê Sûriyê dê li gel hevtayê xwe yê Rûsî Viladimir Putin prosesa nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê gotûbêj bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst