NY: Zêdeyî 2.5 milyon penaber ji Ukraynayê derbasî welatên cîran bûn

12-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara penaberên ji Ukraynayê derbasî welatên cînar bûn gihîşte 2 milyon û 597 hezar û 543 kesan. Ukrayna jî dibêje ji bo veguhestina sivîlan wan ji 10an zêdetir herêman korîdora mirovahiyê vekir.

Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî amarên derbarê qeyrana li Ukraynayê de ku ji çavkaniyên cihê hatibûn berhevkirin, parve kir.

Di daxiyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî de hat gotin ku ji 24ê sibatê heta 11ê Adarê, 2 milyon û 597 hezar û 543 penaber ji Ukraynayê derbasî welatên cînar bûn.

Li Polonyayê milyonek û 575 hezar 703, li Hungarya 235 hezar û 576, li Slovakyayê 185 hezar û 673, li Rûsyayê 105 hezar û 897, li Moldovayê 104 hezar û 929, li Romanyayê 84 hezar û 671, li Belarûsê 938 û li welatên Ewropayê yên din jî 304 hezar û 156 penaber bi cî bûn.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji herêmên Donetsk û Luhanskê jî 96 hezar kes di navbera 18-23yê sibatê de derbasî Rûsyayê bûn.

Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku eger rewşa li Ukraynayê zêde xirab bibe dibe ku qasî 4 milyon sivîl ji Ukraynayê birevin.

Ukrayna: Ji bosivîlan me ji 10an zêdetir herêman korîdora mirovahiyê vekir

Alîkara Serokê Ukraynayê Îrîna Vereşuk jî diyar kir ku ji bo texliyeya sivîlan li bajarên Marîupol, Pologiyê û herêmên Kîev û Sumiyê ji 10an zêdetir korîdorên mirovahiyê vekirin.

Îrîna Vereşuk di daxuyaniya çapemeniyê de guzergahên veguhestinê yên ji bo îro hatin tesbîtkirin eşkere kir.

Vereşuk destnîşan kir ku li bajarên Marîupol, Pologiyê û herêmên Kîev û Sumiyê ji 10an zêdetir korîdorên mirovahiyê vekirin da ku ji gundan sivîlan texliye bikin, li heman korîdoran konvoya alîkariya mirovahiyê jî ew dê bixebite.

Herwiha Vereşuk diyar kir ku duh ligel astenga Rûsyayê ji korîdorên mirovahiyê ra 7 hezar û 144 sivîlên li Energodar, Buça, Gostomel û Kozarovîçiyê texliye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst